04 juli 2021

Meriv şerm neke kane her derewê bike

Serokê Tiriyê Recep Tayyip Erdogan gotiye li welatên Ewrûpayê yên herî pêşketî jî vasksîn(aşî) bi 100 Euroyî, bi 100 Sterlînî ye.”

Tiştekî wiha tuneye, dereweke hişk û biring e. Li Ewrûpayê li tu welatî vaksîn ne bi pera ye. Ez û xanima xwe, me her du derzî jî li xwe xistin, me qurişek neda.

Ev mêrik qet şerm nake, yekî pir bêar e, ”tu dêlè jêkî quto ye, tu guha jêkî kemo ye, tim bêarê her ro ye.”
Gava meriv şerm neke, kane her derewê, her buhtanê bike. Dibêjin derew li mirîya dibe, lê ev mêrik derewa li sazan jî dike, meriv çawa kane bibêje li Ewrûpayê vaksîn bi pera ye ez fêm nakim.
Ewrûpa ne li fezayê ye, li ber çava ye, her kes dibîne li kîjan welatî rewş çi ye. Bi hezaran gotin va ye em li filan welatî ne û me tu pere nedaye derziyê, lê wî dîsa jî di vira xwe da israr kir. Çimkî bêar e, şerm nake.

XXX

Gelek kes wezîrê karên hundur yê Tirkiyê Suleyman Soylu rexne dikin, bi xeberên li ser îstîfa wî kêfa xwe tînin.
Xwedê aqilekî bide we.
Ma Soylu here qey ewê yekî ji wî baştir were?
Suleyman Soylu kelmêşek biçûk e, bi kuştina kelmêşekê mesele hel nabe. Gerek avzêm zuha bibe. 

 

XXX

Îngiltereyê do êvarî bi 4-0 Ukranya perîşan kir, pelixand. Aynê Swêd ji wan ra nema.

Bi vê skorê kêfxweş bûm. Baş bû golek jî navêtin, destvala û hustuxwar vegerîyan malika xwe.

Ew jî wek tirkên birakên xwe bi skorek mezin xatir ji EMê xwestin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE