Di twîterê da keçeka semsûrî(bi naznavê Nazê lê bi şev ranazê) gotiye, ”ji ber ku ez bi kurmancîya semsûrê dinivîsînim her kes henekê xwe bi min dike. Ezê êdî bi kurdî nenivîsînim.”
Dema min ev twîtt xwend ez him xemgîn bûm û him jî pir aciz bûm û min ji xanimê ra ev twîtta jêr nivîsî:
”Guh mede cahilan. Kurmacîya we pir xweş e, pir orjînal e, devoka herî kêm deform bûye, kurmancîya herî otantîk e. Kurmancîya herêma Ferêt ji ya kurdên rojava û behdînîyan rasttir e, orjînaltir e.Ez ji kurmancîya we pir hez dikim. Dev ji tirkî berde, bi devoka xwe binivîse. “
Ji ber ku kurdek nizane kurdî rast binivîsîne, ya jî ji ber ku bi devoka xwe dinivîsîne, ez fêm nakim meriv çawa henekê xwe pê dike?
Dewleta me tuneye, me kesî di dibistan û
zanîngehan da nexwendîye, her kes bi destopelkê, bi hewildanênn xwe yên şexsî
xwendin û nivîsandina kurdî fêr bûye. Hinekan ji zû da ye dest pê kiriye, baş
fêr bûne, hinekan nuh dest pêkirine, hîn nuh fêr dibin.
Lema jî gava yek şaş dinivîse dibê meriv bi gotinên çort, ne xweş mehcûb neke.
Hin kesên xwenezan gava şaşiya yekî/yekê dibînin gotinên pir ne xweş dikin û
însana ji nivîsandina kurdî sar dikin. Kesên wiha dikin cahil in, bi vê
cahiliya xwe him dilê xelkê dihêlin û him jî zirarê didin kurdan.
Kî dibe bira bibe, dema bi kurdî nivîsî dibê meriv kêfxweş bibe. Heger şaş
nivîsîbe meriv kane jê ra şexsî binivîse û bi vî hawî pê ra bibe alîkar. Ez tim
wiha dikim.
Ev qurretî û bêedebî di tirkî da nayê kirin. Her kesê bi tirkî dinivîse rast û
tam li gorî îmla tirkî nanivîse, lê heta nuha min nedîtiye kesî şaşiyên di rastnivîsîna
tirkî da tê kirin rexne kiribe, gotibe ”tirkî wiha nayê nivîsîn, wiha tê
nivîsîn !”
Ev qurretîya rexnekirina zimanê însanan tenê di kurdî da tê kirin û yên dikin
jî bi piranî ew jî îmla kurmancî baş nizanin, ew jî şaş dinivîsin. Lê haya wan
ji wan tuneye. Mimkûn e ez jî carnan şaş dinivîsim. Ji ber ku min gotinek çewt
nivîsîye dinya xera nabe û ji xwe îmlayeke her kesî li ser li hev kiribe jî
tuneye.
Kes di dibistanan da rastnivîsîna kurdî fêr nabe. Ji ber wê jî normal e
meriv şaş binivîse. Dibê meriv ranepelike ruyê xelkê, wek kevirê li orta celbê
xe, gotinên çort ji xelkê ra nebêje, henekê xwe bi xelkê neke. Tiştê wiha him
ne rast e, him jî şerm e.
Min çend carên din jî li ser van kesên devbelaş û zimandirêj nivîsîye, lê pir
in.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar