05 juli 2021

Emê rojekê hesabê vî xweşmêrî ji we bipirsin !


Wedat Aydin, egîd û mêrê rojên giran, kelemê nav çavê dijmin, tirs û xofa dilê hêzên dagirlker 32 sal berê di 5ê temûzê da ji alî qatilên dewleta tirk ve ji mala wî hat revandin û di 7ê mehê da cendekê vî xweşmêrî hat dîtin.
Qatilan ew bi hovane kuştibûn.

Miletê kurd ewê tu carî vî mêrê canfîda, vî xweşmêrê rojên giran ji bîr neke.

Wedat Aydin, qehremanekî doza Kurdistanê ye, ewê heta û heta di dilê miletê kurd da bijî.

Kurd rojekê miheqeq ewê peykerê Wedat Aydin, vî xweşmêrî li paytexta Kurdistanê, li Diyarbekrê bilind bikin.

Ez wek hevalekî wî yê siyasî û têkoşînê vî egîdê doza azadî û serxwebûna Kurdistanê bi hurmeteke mezin bibîr tînim. 

Di ser qetilkirina wî ra 30 sal derbas bû, qatil û kesên emir dabûn qatilan nehatin girtin, doz muhrîrîzeman kirin.

Hukûmeta îro jî bi qasî qatilan sûcdar e, çimkî vê hukûmetê jî wek yên berî xwe qatil veşartin, heta ku doz muhrîrîzeman kirin. 

Lê em qatilên xwe nas dikin, ew dozê bixînin jî, em  tu carî ji bîr nakin û emê rojekê hesabê wê bipirsin.

Bi hurmet û bi hezkirineke mezin bi bîr tînim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE