01 juli 2021

Dibê HSD qatilên Emîn Îsa eşkere bike

Ev sê roj in li gorî xeberên di medyaya sosyal da belav dibin û agahiyên malbata xortê hatiye kuştin, xortekî endamê PDK-Sê bi navê Emîn Îsa di girtîgeha HSDê da bi îşkenceyê hatiye kuştin.

Malbata Emîn Îsa dibêje diran û çenga lawê wan hatiye şikandin û şopên agir li ser laşê wî hebû. Yanî îşkenceyeke hovana li Emîn Îsa hatiye kirin.
Dibê HSD, PYD bersîva vê yekê bide. Kesê dilê wî bisekine çawa diran û çenga wî tê şikandin û li ser bedena wî şopên şewatê çê dibe?

Heger ev îdîa rast be, ev sûcekî giran e, dibê kesên berpirsiyar û qatil werin eşkerekirin û cezakirin. Kuştina kurdekî mixalif bi îşkenceyê nayê qebûlkirin, sûcekî pir giran e, ez qatilan û sûcdaran bi şîdet rûreş dikim. Ev cirmeke giran e, dibê bûyer neyê bincilkirin, qatil û berpirsiyar werin cezakirin.

Na heger îdîa derew e, Emîn Îsa nehatiye kuştin, wek PYD dibêje dilê wî sekînîye, dibê ev yek tavilê bi rengekî şefaf were îspatkirin.
Nabe desthilata HSD, PYDê mixalifên xwe terorîze bike û bi îşkenceyê bikuje. Kurd dibê sûcekî wiha li hemberî hev nekin. Dibê PYD, HSD tu carî rê nede sûcên wiha û dema bûyereke ferdî qewimî jî dibê sûcdaran ceza bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE