31 oktober 2025

Dubarekirina "biratiya" bi tirkan ra şelafî ye

Şer û dijminatiya di nabêna me û tirakan û dewleta wan da heye ji ortê rabe helbet baş e.

Bi tirkan ra, bi dewleta wan ra em li hev bikin, heqê me bidin, bihêlin em li welatê xwe, xwe îdare bikin baş e; jixwe micadela me ya salan ji bona vê ye.
Lê belê ji alî hin kesan va gav û seetê wek tûtî(papaxan)dubarekirina ”biratiyê, em tirk birayên hev in” ne xweş e, şelafî ye.

30 oktober 2025

Bi meşhûrbûna QEHWA KURDÎ pir kêfxweş bûm


Bi vê xebera Rûdawê ya li ser populerbûna qehwa kurdî pir kêfxweş bûm. Min jî li Sûrê ew reqlam dît, tahm kir, pakêtek jî kirî. 

Lê navê wê şaş dibêjin, ji dêlî "qehwa kurdan", bibêjin QEHWA KURDÎ rasttir e. Hêvî dikim rast bikin, bibêjin qahwa kurdî. Hin kes bi wan xortên qehwefiroş ra têkevin têkiliyê baş dibe.

15 sal berê piştî 30 sal sirgûniya li xerîbiyê dema çûm Diyarbekrê û li qahwexane û pastexxaneyan qahwa kurdî(qeha kizwana)xwest kesî fêm nedikir, digotin ew çi ye, qey tu "turk kahwesî"yê dixwazî !

Di rojên wiha şilî-şepelî da ez dibêjim baş e ku ez xaneşîn im

Extîyarî(kalî, pîrî)ne xweş e, meriv nêzî dawiya jiyanê dibe. Jiyan çiqasî zor û zahmet be jî binê erdê ji ser erdê ne baştir e, ne xweştir e.

Li ser erdê ciyê meriv firetir e, meriv kane bigere, baz de, rabe, rûne, barke warekî din. Di binê erdê da ew şansê meriv tuneye, di gorra tarî û sar da meriv dibe ax, ji kurm, kêzik û mûrîyan ra dibe qût.

Lê di rojên wek îro şilî-şepelî, baran, sar û sermayê da ez dibêjim, ”baş e ku ez xaneşîn(teqawit)im.
Baran dibare, vizîna bê ye, 5 derece sar e. Yanî derve qet ne xweş e.

29 oktober 2025

29´ê cotmehê roja pêşmerge çûn hawara Kobanê, birayên xwe yên gerîlla !


Di tarîxê da 29´ê cotmehê ne ji bo tirkan tenê, ji bo me kurdan jî rojeke tarîxî ya pir û pir muhîm e. 

Di 29´ê cotmeha 2014´a da hêzek pêşmergere çû Kobanê, hawara birayê xwe yê gerrîla.

Tirk, erkanên dewletê û hukûmetê wek her sal dikin, îro jî 29´ê cotmehê, 102 saliya avabûna cumhûrîyeta xwe ya derewîn, cumhûrîyeta ji bo me kurdan sîstema herî irqçî, herî faşîst e, bi qîjewîj û bi helahopek pir mezin pîroz dikin.

Efûkirina xeraban şirîkatiya wan e

Keçikê bi kalikê xwe ra sohbet dikir. Kalikê wê digot hin meriv hene xerab in, dibê meriv hevza xwe ji wan bike, ji wan dûr keve.

Gotinên kalikê wê zêde nediket serê keçikê, ji kalokê xwe ra got:

Kalo, bi ya min tu kes bi daxwaza xwe, kêfî xerab nabe, hin sebebên psîkolojîk hene.
Kalikê wê mizicî, serê xwe rast û çep li ba kir, got: 

28 oktober 2025

Ne rast e Rûdaw ji kurdekî ra bibêje filankesê kurd mir

Malpera Rûdawê gava li ser hunermendekî, nivîskarekî, resamekî nûçeyekê dide, mensûbîyeta wî/wê ya netewî, qewmî jî tim pê va dike, dibêje filankesê KURD nizanim çi kir. Filankesa KURD nizanim çi kir.
Mesela gotiye:

”Wênegirê Kurd Kemal Seydo koça dawî kir.”

”Derhênera Kurd Ebrû Avciyê xelateke navneteweyî wergirt.”
Bi ya min wek malpereke kurdî diyarkirina nasnameya hunermendekî kurd ne rast e. Ne hewceye kurdbûna wî, wê were diyarkirin.

27 oktober 2025

Koma Amedê û Ciwan Haco dilên hezkiriyên xwe rakirin pêdarê

Koma Amedê li Amedê, Ciwan Haco jî li Zaxoyê bi deng û muzîkên xwe dilên hezkiriyên xwe rakirin pêdarê

Du roj berê Koma Amedê li Ameda rengîn bi muzîk û sitranên xwe dilê amedîyan rakir pêdarê, zîyafetek muzîkê ya xweş da muzîkhezên diyarbekrî.

Ciwan Haco jî îro li Zaxoyê, li ser Pira Delal zîyafeteke xweş da hezkiriyên xwe yên ji her çar parçeyên Kurdistanê.

26 oktober 2025

Hûn çi bin ez jî ew im

Li welatekî xelkê li hemberî hukumdarê li ser text serî hilda, xwestin wî bixînin.

Milet ne neheq bû. Çimkî li welêt ne edalet mabû, ne jî heq û huqûq. Bi navê dûzan mûzanê tiştek nemabû, her tişt xera bûbû. Bêyî rişwetê, bertîlê tu kar nedimeşiya. Her kesî li devê hukumdar dinêrî.

Hukumdar rojekê xelkê li hemberî wî serî hildabû li dora hewzekî bajêr top kir û axaftinek kir, ji wan ra got:

25 oktober 2025

Hêvî dikim bazara kitêban îsal li Fûara Kitêban a Amedê baş be

Nizanim Fûara Kitêban a Diyarbekirê îsal çawa derbas dibe. Hêvî dikim bazara kitêban ne kesad e, îşê weşanxaneyan baş e.

Di fotografên di medyaya sosyal da tên parvekirin da ez tu qelebalixê, tu bikiran, mişteriyan nabînim. Giş fotografên xwediyên weşanxaneyan, nivîskaran û mîvanên ji bo fotogirtinê çûne wir in. Tu alvêr, malvêr(kirîn û firotin) xuya nake.

Yanî ji dûr va bazar kesad xuya dike, hêvî dikim texmîna min şaş be, bazar baş e, kêfa weşangeran li cî û geş be.

24 oktober 2025

Ji her miletî xayinên qewmê xwe hene


 Prof. Taner Akçam di kanala Youtube ya rojnamevan Erkam Tufan da dibêje:

”Alpaslan Turkeş ermenî ye. Serokê MHP´ê Devlet Bahçelî ermenî ye. Mehmet Agar ermenî ye.
Serokwezîrê kevn Mesût Yilmaz ermenîyekî ji Hemşînê ye.”

Carnan hin kesan digot, Devlet Bahçelî kurd e, Mehmet Agarê qatilê bi sedan kurdî kurd e.
Lê şikir wa ye sosyolog, dîrokzanê tirk Taner Akçam dibêje, Alpaslan Turkeş jî, Devlet Bahçelî jî, Mehmet Agar jî, Mesût Yilmaz jî ne kurd in, xalis, muxlis ermenî ne.
Yanî ermeniyên bi qewmê ra îxanet kirine, bûne pantirkîst, nasyonalîstên tirk.

23 oktober 2025

Robota AI´yê piçek aqilê min ê heheye jî ji serê min bir


Min ji You Tube, ji dengê Zozan xanimê kilîpa Ey Dîlberê di Facebookê û di malpera xwe ya X´ê da bi vê şiroveyeya jêr parve kir: 

”Waw!
Çi deng e, çiqasî xweş dibêje !
Muhteşm e, hêvî dikim Zozan xanim bi vî dengê xwe yê şîrîn tim wiha me îhya bike”.
Tu nabêjî ya distirê ne însan e, AI ye.
Kilîp şiîra Feqiyê Teyran, E dîlberê ye:

"ey dîlbera bejin zirav
dêm şûşeya tijî gulav
wey esmera tilî zirav
wêran ez im
malim xirab".

Mahcirekî din jî eslê xwe îfşa kiriye

Muşavat Dervişoglu

Serokê partiya ÎP´ê Muşavat Dervişoglu merivekî neyarê miletê kurd û zimanê kurdî ye, gava daxwaza kurdan ya perwerdeya bi kurdî dibihîze har dibe. Do li meclîsê li dijî perwerdeya bi kurdî derketiye, gotiye:

”Em baş zanin zimanê dayikê çi ye, zimanê resmî çi ye. Kes nikane ji min baştir jî bizanibe. Çimkî zimanê dapîra min jî, zimanê papîra min jî cuda ye. Ma hûnê hurmeta ji zimanê dayikê ra fêrî min bikin?”
Gotiye ew ne li dij e kurd li malên xwe bi zimanê xwe bipeyivin, lê daxwaza bira kurdî bibe zimanê perwerdê ew tiştekî din e, ew viya qebûl nake.

22 oktober 2025

Tiştê min xeyal dikir bû derew !

Min nêt kiribû îsal payizê, di vê mehê da 50 saliya zewaca xwe, 75 saliya xwe û 45 saliya nivîskariya xwe bi hev ra pîroz bikim.

Gişk ketibûn hev, min got ewê xweş be bi şahiyekê ez gişan bi hev ra pîroz bikim. Û bi vê minasebetê ji nivîsên xwe kitêbekê, du kitêban biweşînim.
Çend meh berê li ser vê yekê min nivîsk jî nivîsî, di bloga xwe da, di Facebookê da, di X´ê da parve kir.

21 oktober 2025

Eşqa min a Kurdistanê û ya zimanê min e

”Eşq wek beharatê ye, kane jiyana we şîrîn bike, lê belê kane xera jî bike,” kane jiyanê li we bike zindan jî.

Kesî evîn nedîtiye, pê ra nepeyivîye, pê şa nebûye. Ew tenê hiskirineke, hesteke, lê pir xweş e. Meriv pê dilşa dibe, difire asîmanan.

Eşq ne tenê dildariya nabêna du kesan e. Xebata ji bo azadiya miletê xwe jî eşq e, evîneke pir xweş e. Eşqa min, evîndariya min a Kurdistanê ye, ya zimanê min e, eşqeke din bira neyê bîra kesî.

Vîdeoyên serketina asîmîlasyonê min pir xemgîn dikin

Hin nas û dost ji gerr û seyahatên xwe, ji bajarê xwe vîdeoyên şahiyan, gerr û seyranên xwe belav dikin. Ziman tirkî ye, civat, kal pîr, jin, mêr şeqîna wan e bi tirkî dipeyivin. 

Bi taybetî jî jin bi tirkiyeke pir nazik, stembolî bi zewq dipeyivin, ”canim, canima” wan min dîn dike, tavilê digrim, naxazim ew deng were guhên min. 
Dema ez vîdeoyên, sehneyên wiha dibînim gelkî pê diêşim, fena li fîlmê têkçûna me, şikestina me, tirkbûna me temaşe bikim. Bi min pir zor tê...

20 oktober 2025

Kurd çima nikanin yekîtiyeke netewî çêkin?


Serokê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK´ê) Mustefa Ozçelîk do li Stockholmê li ser rewşa Kurdistanê û kurdan semînerek da. Gelek kes beşdarî semînerê bûn, li Mustefa Ozçelîk guhdarî kirin.

Piştî semînerê hin pirs jê hatin kirin.
Ji pirsan yek jî, ”partiyên me çima yekîtiyekê, cepheyekê çênakin, sebebê nebûna vê yekê çi ye?”

19 oktober 2025

Mala Dengbêjan li Wêranşara min pîroz be !


Beledîya Wêranşarê karekî pir hêja, pir bi qîmet kiriye. Li Wêranşarê Mala Dengbêjan vekiriye.

Li bajarê zaroktiya min bi vebûna Mala Dengbêjan pir kêfxweş bûm. Kesên ev kar kirine pîroz dikim.
Mala wan ava be, serokê belediyê û hemşeriyên xwe ji dil û can pîroz dikim. Dibê karên wiha bikin, giranîyê bidin kurdî, xizmetê bi kurdî bikin, bi xelkê ra bi kurdî bipeyivin.

Dara me ya du hefte berê wek laleyê pelsor bû şulût bûye

Di sisiyê cotmehê(vê mehê)da min rismekî du darên li pêş balkona(şaneşîna) mala me parve kiribû. 

Herdu jî dar bûn, cîranên hev bûn, lê ne wek hev bûn, jiyana wan, liberxwedana wan a li hemberî xwezayê, payizê cihê bû.

Çi dar in, bi swêdî navê wan çi ye nizanim. Zanîna min a botanîk, li ser nebatan pir kêm e. Swêdî di vî warî da zane ne, ji zaroktî da wan fêrî gelek tiştan dikin.

18 oktober 2025

Wezîrê kareên derve yê Sûriyê Hesen Şeybanî bi devê tirkan dipeyive

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Hesen Şeybanî wek tirkan peyivîye, gotiye:

”Kurd kanin wezîfeyên bilind bigrin. Em dixwazin pirsgirêka bakurrojhilatê Sûriyeyê bi rêkeftinê çareser bikin. Dema wê hatiye hêzên leşkerî û ewlehiyê bikevin nav wezaretên karên navxwe û parastinê. Her tişt ji bo gotûbêjê vekirî ye, lê federalî û dabeşkirin nayên gotûbêjkirin.”
Mêrik eynî wek tirkekî peyivîye, tirk jî dibêjin li Tirkiyê kurd dibin her tişt. Kurd ne li "wezîfeyên bilind" in, li dû azadî û serxwebûna xwe ne.

Mahkima dewleta tirkan dîsa cezayên giran bi ser siyasetmedarên kurd da barand


Mahkima deweleta tirkan a Agiriyê ceza bi ser 16 siyasetmedarên kurd da barandiye. Ji 40 salî bigire heta bi 30, 24 sal caza daye siyasetmedarên kurd. Di nava wan da parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Berdan Ozturk jî heye; 6 sal û 4 meh ceza dane wî. Ji zû da ye dixwestin Berdan ji ber xwe da bixînin, kîneke wan a mezin li hemberî Berdan heye.

Pêvajoya "biratiyê, aştiyê" ya tirkan daye destpêkirin ev e, zindan e, cezayên giran e.

17 oktober 2025

Serpêhatiya du beqan û bêhêvîyî

Du beq bêhemdî di bîrekê wer bûn. Çend beqên din li dor abîrê kom bûn û ji beqên di bîra da bûn ra gotin:

-Belasebeb xwe hol nekin û newestînin, hûn çi bikin jî hûn nikanin ji vê bîra kûr derevin.
Li ser vê, beqekî dev ji holkirinê berda û ji tirsa biziya, mir.
Beqê din dev ji liberxwedanê berneda, tim xwe hol kir, xwest ji bîrê derkeve. Û dawiya dawî ji bîrê derket.
Tu nabêjî guhê wî hinekî giran bûye, baş nebihîstiye, gotiye belkî hevalên wî dibêjin, ”li ber xwe bidin, bêhêvî nebin, hûnê bi ser kevin…”

Zêr û zor û devê tivinga mor tim pere dike

Hin caran zêr, hin caran zor, hin caran jî devê tivinga mor pere dike, însên tîne rê.

Lê dema zor û devê tivinga mor pere dike kane tiving tunebe.
Heger li ba me kurdan zêr, zor û devê tivinga mor hebûye tirk ji zû da baqil bûbûn û hatibûn rê.
Çi hey zêrê tirkan jî, zora wan jî, tivinga wan jî ji yên me pirtir in. Lema ji me natirsin, ji welatê me dernakevin û mafekî netewî yê herî biçûk jî nadin me. Heta perwerdeya bi zimanê me jî qebûl nakin.

16 oktober 2025

Reqlamên Podcastên Perxudresê bloga min firand

Maşela maşela, înşela zêde bibe kêm nebe. Piştî reqlama podcastên Perxudresê bloga min Hindik-Rindik firiya, xwendevanên min zêde bûn. Mala emer Farûk Baran ava be, di çend podcastên xwe da qala alîkariya Hindik-Rindik dike. Bi xêra wî kesên hetanî nuha haya wan ji bloga min Hindik-Rindik tunebû pê dihesin û riya xwe pêdixin. Hêvî dikim kêfa hinekan jê ra were û bibin şopînerên Hindik-Rindik ên daimî.

Hûsiyên Yêmenê bi birrek û xenceran xwe ji şerekî giran ra hazir dikin


Serokê Hûsiyan El Meşat gotiye, ew hêza xwe ya leşkerî xurt dikin û ewê kanibin bersîva her êrîşê bidin.

Bi xencer, bivir, bêr, birrek û keleşan ewê bersîva her êrîşê bidin.
Îranê bi salan bi milyaran dolar bi ser van kesên ne yên vê serdemê da barand, Hamas, hêzên îslamî destegê didin van wahşên serdema navîn.
Hamas bi xwe ji van ne pêşdatir e, du roj berê di nva  milet da 8 kes înfaz kirin, do termên wan li Xezayê bi pîqabê gerandin, teşhîr kirin.

15 oktober 2025

Dîndarên ji bo miletê xwe yê bindest tiştekî naxwazin li Diyarbekrê civiyan


Di 11-12´ê mehê da li Diyarbekrê civîna Yekîtiya Alim û Medreseyên îslamî(İttihadul Ulema)çêbû.

Ji Kurdistana Başûr Dr. Muhammed Salih Reşad, Şêx Abdurrahman, Osman Abdulaziz, Prof. Dr. Ahmed Pencwini û ji Kurdistana Rojava jî Şêx Zahid Xeznewî.
Ji Kurdistana Bakur jî Enver Kiliçaslan û serokê  HUDAPAR´ê Zekeriya Yapicioglu û gelek kesên din beşdar bûn.
Meleyên me yên korfahm û bêşiûr vê carê berdevkê Hamasê Fewzî Berhûm û berpirsîyarekî din ê Hamasê yê bi navê Samî Ebû Zuhrî jî ezimandibûn.

Heger Xwedê li hev anî, Nûrê ji vê malê ra dikim kebanî

Tirk bûne ardê cehîn û ketine ruyê me, bûne qîr û di me gerîyan e, em dikin nakin ji vê qîrê, ji vê tenîya bi don pak nabin.

Sê zalimên ji hev zalimtir li me hatine hev, em hindik in ew pir in. Ew çar dewlet in, xwedî artêş, balafir, tank û top in, yê me keleş e û canfîdayiya me ye.

Heta nuha me gelek caran serî hilda, em tim têk çûn. Lê vê carê pêşiya me ronî xuya dike.

14 oktober 2025

Kûçik jî berra dû texsîyan didin

Du pîrên cîranên hev rûniştibûn bi hev ra ketibûn şêwr û mişêwran. Yekê ji ya din ra got:

-Hekê, peyê(mêrê)te 85 salî ye, min bihîst hîn jî çavê wî li der e, berdûşiyê dike, wer li dû jina ye. Ma tu aciz nabî?
Hevala wê got:

13 oktober 2025

Wek kurd meriv ne totikvala be ji Îranê, Tirkiyê, Sûriyê û Îraqê bêtir Îsraîl protesto nake

Wek kurd çawa ûjdanê meriv, xîreta meriv, namûsa meriv qebûl dike ji miletê xwe bêtir ji filistîniyan ra bixebete, xebat û micadela ji bo filistîniyan di ser ya miletê xwe ra bigire; ne ji bona azadî û serxwebûna miletê xwe, ji bona filistîniyan her roj civîn û konferansan çêke, ne li dijî Tirkiyê û Îranê, li dijî Îsraîl civîn û mitîngan çêke!

Dînîtî, ehmeqî û bêxîretiyeke ji viya mezintir tune ye.
Fena ku dê û bavê meriv, malbata meriv, xizmên meriv êsîr bin, di bin zulmê da bin, meriv neçe gazî û hawara wan, here hawara miletekî din.
Li qusûra min nenrin, lê ehmeqîyeke ji viya mezintir nabe.

Çima me nikanîbûya doza xwe bi qasî ya filistîniyan mezin bikira?

Li Xezayê tenê şer tune ye, li gelek derên din ên dinyayê jî şer heye, gelek welatên din jî hatine dagirkirin, bêyî filistîniyan li gelek miletên din jî zulm dibe.

Lê tenê şerê Îsraîl û filistîniyan di rojeva dinyayê da ye, medyaya dinyayê tenê qala filistîniyan û Xezayê dike.  Dinya baz dide hawara wan.
Neteweyên Yekbûyî ji bo filistîniyan seferber bûye, her roj bi sedan barhilgir xwarinê dikşînin ji filistîniyan ra.
Tu dibêjî belkî li vê dinyayê bêyî filistîniyan li tu dereke din şer tune ye, li tu dereke din însan ne motajî alîkariyê ne.

12 oktober 2025

Bi destê nezanan kurmancî bûye şorbe


Belediyên me bi tabeleyên kurdî karekî baş û rast dikin. Mala wan ava be.

Lê bi nivîsên şaşomaşo zirarê didin zimanê me, kurdî li ber çavê xelkê raş dikin.
Ya din, şaşiyên tên kirin di nava xelkê da jî belav dibin. Wek gotina, ”ez jiyan dikim” !
Ji dêlî bibêjin ez dijîm, em dijîn, ez li Amedê dijîm, hin kes hîn jî dibêjin "ez jiyan dikim.”
Beledîyekê, beledîya kîjan bajarî ye nizanim, bi tirkî û kurmancî ev tabêle nivîsîye:

11 oktober 2025

Tirkiyê dîsa gotiye heger HSD sîlehên xwe teslîm neke emê êrîş bikin

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Yaşar Guler dîsa gefa êrîşê li YPG´ê û HSD´ê xwariye, gotiya ya hûnê sîlehên xwe teslîm bikin, yanî teslîmî me bibin, ya jî emê êrîşî we bikin.
Yaşar Guler, mêrik gefa êrîşî wiha kiriye:

Gerek meriv zimanê xwe hewqasî rehet zimanê xwe xera neke

Hin kes gava gotineke naylon, ne erebî, ne latînî, ne farisî dibînin ser serî xwe davêjin ji ser da, tavilê bi kar tînin.

Ev ne rast e, dibê meriv hewqasî rehet, bêmesûlîyet bi zimanê xwe nelîze. Hin gotinên biyanî êdî bûne malê xezîneya zimanê me; ne rast e meriv her peyva ji zimanekî din bavêje û peyveke bêbingeh çêke û têxe dewasa wê.
Gotina ”edebîyatê”, bi sedsalan e miletê kurd bi kar tîne, her kes jê fêm dike rakirin, ”wêje”ya naylon, bêmane, bêbingeh xistine şûna wê. Gelek kes bûne heyranê vê navêdara beredayî, bêbingeh.
Gava ez gotina ”wêje” dibihîzim” pir aciz dibim, naxwazim bibihîzim.

10 oktober 2025

Her bahoz ne xerab e

Nivîskarê Brazîlî Paulo Coelho gotiye:

-Bahoz giş ji bona jiyana we xera bikin ranabin, hinekên wan ji bo ku riya we paqij bikin, rê li ber we vekin radibin.

Yanî her bahoz, her astengî her tim ne xerab e, di jiyanê da carnan hin zorî û zahmetiyên, hin gelşên derdikevin pêş, meriv baqiltir, xurttir dikin, dost û dijminên meriv baştir ji hev digerînin.

Dewleta hûn ji filistîniyan ra dixwazin çima hûn ji kurdan ra naxwazin?

Xeza 41 km dirêj e, beriya wê jî li hin ciyan 6 km, li hinciyan jî 12 km e. Li ser hev 363 km² çargoşe ye

Yanî herêmeke biçûk e. Mezniya wê belkî bi qasî erdê Rihayê ye.
Nufûsa filistîniyan jî li dora 2 milyon û 200 hezarî ye.
Tirk, ereb, faris, misilmanên dinyayê hemû û kurdên îslamî li vî erdê biçûk dixwazin dewleteke filistîniyan çê bibe.
Lê eynî tirk, ereb, faris û hin kurd ji 40-50 milyon kurd ra dewletê naxwazin, heta daxwazeke wiha pir şaş û xerab dibînin.

09 oktober 2025

Bi vê tabloyê careke din neyartiya xwe nîşan dane


A ji we ra îspata dostî û biratiya tirkan. Di vî rismî da bibînin bê serokên tirk çiqasî neyarê ala me ne.

Ala kurdî veşartine. Qerekterê xwe nîşanî me dane. Dibê em vê tabloyê, vê miameleyê tu carî ji bîr nekin. 

Bêyî tirkan tu kes qeşmeriyeke wiha nake. Pir bêqalîte ne. Bi vê kirina xwe bêtir xwe kirine qeşmer, çiqasî biçûk in ew nîşan dane.

KEF´a me di zimanê swêdî da bûye gotineke argo

Vê havînê lawikê me Azad û hevala xwe hatibûn serdana me. Di sohbetekê Azad bi swêdî gotina ”kef”ê bi kar anî, ji hevala xwe ra got, filan kes KEF e…

Min got, law ”kef” bi kurmancî ye.

Got bavo, swêdîyan KEF ji kurdî girtine, wek peyveke argo bi kar tînin, dibêjin bi erebî ye.
Min bi swêdî peyva ”kef”ê nebihîstibû.
Dûra min li ferhengên dijîtal nêrî, xort wek gotineke argo pir bi kar tînin.

08 oktober 2025

Nifireke rihayiyan: şalê îsotên we yên li ser xênî werin dizîn...


Hemşerîyekî min ê bi navê Mahmut Alkan di Facebookê da nifireke rihayiyan a li ser îsotê parve kiriye. Nifireke ecêb e, kêfa min pir jê ra hat. Heta nuha min nifireke hewqasî xweş û ji bo rihayiyan pir giran nebihîstibû.

Nifir bi tirkî ye, yê bixwaze kane di malpera Mahmut Alkan da bixwîne. Ez kurmanciya wê parve dikim.

Nifir wiha ye:

07 oktober 2025

Qetlîama Hamasê du sal berê di 7´ê cotmehê da kir Rojhilata Navîn serobinî hev kir

Du sal berê, berî 7´ê cotmehê kê bawer dikir Beşar Esed ewê bireve Rûsyayê, Ahmed Şarayê terorîst ewê bibe serokê Sûriyê?

Du sal berê, berî 7´ê cotmehê kê bawer dikir Îranê bi vî hawî were baskokirin û ji Sûriyê, ji Libnanê were qewitandin?
Du sal berê, berî 7´ê cotmehê kê bawer dikir Hizbullahê, Hamasê, Hûsiyên Yêmenê hewqasî perîşan û bêhêz bibin?
Piştî qetlîama 7´ê cotmehê ya Hamasê li hemberî cihûyan kir, Rojhilata Navîn serobinî hev bû.

Nebe kûçikê yê zulimkar !

Yaşr Kemal gotiye, ”Nebe kûçikê yê zulimkar, bibe şêrê yê mezlûm, yê zulm lê dibe ji bo ku li ser kêla gorra te ne kûçik, egîd were nivîsîn.”

Her kes zane şêr, egîdî ji kûçiktiyê baştir e, bi şereftir e. Lê dîsa jî gelek kes ne şêrîtiyê, kûçiktiyê hildibijêrin.

Hevaltiya dijmin, piştgiriya hêzên, dewletên dagirker ne şeref e, kûçiktî ye.

06 oktober 2025

Li Sûriyê hilbijartineke derewîn çêkirine


Li Sûriyê hilbijartinên derewîn, pêkenokî wek di vî rismî da hatiye teswîrkirin çêbû.

Ji bo ku meriv bibêje hilbijartin e 101 şahid jî têrê nake. Bi vê sanaryoya tirkan el Colanî dibêje min hilbijartin çêkir. Wek qereçiyê li ber zurna xwe bilîze.
Kurd, (bajarên din kontrola kurdan da) durzî û elewî beşdarî hilbijartinan nebûne. Heta kurdên Helebê û Şamê jî dibêjin haya wan ji hilbijartinan çênebûye.
Ji xwe ra merivên xwe kirine parlamenter.

05 oktober 2025

Ez di Rûdawê da xeberên ji tirkî tercume dibin protesto dikim


Di Rûdawê da li ser çinîna birinca Qerejdaxê xeberek heye. Xeber bi tirkî ye, Rûdawê ew tercumeyî kurmancî kiriye, mixabirekî Rûdawê bi kurmancî dipeyive.

Kurmancîya mixabirê xeber ji tirkî tercume kiriye jî xeraba ye, wek ya etarên dimsoyî ye, ji birincA Qerjdaxê ra dibêje ”birincÊ Qerejdaxê.”
Gava ez di Rûdawê da xeberên tercumeya ji tirkî dibînim ez pir hêrs dbim, dîn dibim. Di vê xeberê da gundîyekî qerejdaxî mecbûrî axaftina tirkî bûye. Pir ne xweş e.
Ez fêm nakim Rûdaw çima bi gundiyên kurd ra tirkî dipeyive û dûra wê xeberê dike kurmancîye xerabe?

04 oktober 2025

Payizê îro hukmê xwe baş nîşanî me da

Îro li Stockholmê hewa gelkî ne xweş e, ewregî reş û tarî wek konekî reş girtiye ser Stockholmê. Bayekî pir heye, hewa sar e, 8 derece ye, dengê çivîkan jî nayê. Di rojên wiha da ji hêlîn û qulikên xwe dernayên.

Pelên darên li pêş mala me li bin guhên hev dikevin, hêdî hêdî dikevin bin dara xwe. Erd bûye wek merşeke sor û hişin.

Payiza rengîn hukmê xwe nîşan dide, dibêje ez hatim, li xwe miqate bin, bedena xwe germ bigrin.

03 oktober 2025

Payiza rengîn kerasekî sor li dara pê mala me kiriye


Li pêş mala me du dar hene, pelên yekê sor bûne, yên ya din sor nebûne.
Yek zûtir teslîmî payiza rengîn bûye, ya din serhişkiyê dike, li ber xwe dide.
Lê ewê jî teslîmî qanûnên xwezayê bibe, payizê pelê wê jî sor û zer bike û biweşîne.

Payiz demsala xatirxwestina ji havînê ye. Di payizê da pelên daran sor zer dibin, yek bi yek diweşin. Lê hêvîya bihareka nuh zindî dimîne.

02 oktober 2025

Li Swêd dawî li jiyana rojnameyan tê

Do ne pêr ez çûm Bauhausê, min ji malê ra lampeyek kirî.

Di otobozê da yekî rojnameya xwe Dagens Nyheter(Xeberên Rojê) li ser kursîyê hîştibû. Qey xwestibû bira yekî din jî bixwîne.
Çend sal in min xwendina rojnameyên kaxetî terikandiye, min Dagens Nyheter negirtiye destê xwe.
Berê ez aboneyê vê rojnameyê bûm, her sibe dihat malê.
Ji bo xwendinê min rahîştê, ez matmayî mam. Dagens Nyheter, rojnama Swêd a herî bi nav û deng bûbû wek çend rûpelên reqlamê.

01 oktober 2025

Erdogan jî gotiye, ya kurdên Kurdistana Rojava ewê teslîm bibin ya jî emê êrîş bikin

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dîsa gefa êrîşê û dagirkirina Kurdistana Roava li kurdan xwariye, gotiye:

”Em îro jî li dijî perçebûna Sûriyê ne. Ji bo ku em rê li ber rêxistina terorîst bigirin me hemû kanalên dîplomasîyê xistiye dewreyê. Heger teşebusên me yên dîplomatîk bêbersîv bimînin siyaseta Tirkiyê diyar e. Tirkiye ewê destûrê nede li Sûriyê dejavuyek çêbibe."

Yanî tiştê li Îraqê çêbû ewê nehêlin Sûriyê jî çêbibe, ewê nehêlin wek Kurdistana Başûr li Sûriyê jî kurd azad bibin.

Nûman Kurtulmuş: Li Tirkiyê bêyî tirkî em resmîbûna zimanekî din qebûl nakin

Serokê Meclîsa Tirkiyê Nûman Kurtulmuş li ser perwerdeya bi zimanê kurdî gotiye, tiştekî wiha ne mimkûn e, ”li Tirkiyê bêyî tirkî resmîbûna zimanekî din nayê qebûlkirin, li ser tiştekî wiha axaftin nabe.”

Mêrik şertekî Tirkiyê yên din jî dîsa dubare kiriye, gotiye:
”Hetanî kurdên Sûriyê jî sîlehên xwe teslîm nekin tu gavên qanûnî nayên avêtin. Efendim bira meclîs qanûnan derxîne rêxistinê dûra gavan bavêje, dîtineke wiha nabe.”
Yanî kurt û kurmancî, ”pêvajoya nuh” filan bîvan tîyatro ye, Tirkiye tu mafî nade kurdan û dev ji neyartîya Kurdistana Rojava bernade.