13 oktober 2025

Çima me nikanîbûya doza xwe bi qasî ya filistîniyan mezin bikira?

Li Xezayê tenê şer tune ye, li gelek derên din ên dinyayê jî şer heye, gelek welatên din jî hatine dagirkirin, bêyî filistîniyan li gelek miletên din jî zulm dibe.

Lê tenê şerê Îsraîl û filistîniyan di rojeva dinyayê da ye, medyaya dinyayê tenê qala filistîniyan û Xezayê dike.  Dinya baz dide hawara wan.
Neteweyên Yekbûyî ji bo filistîniyan seferber bûye, her roj bi sedan barhilgir xwarinê dikşînin ji filistîniyan ra.
Tu dibêjî belkî li vê dinyayê bêyî filistîniyan li tu dereke din şer tune ye, li tu dereke din însan ne motajî alîkariyê ne.

Gelşa filistîniyan çima tim ji hemû gelşên din dinyayê mezintir bûye, çima tim di rojeva dinyayê da madeya yekê bûye ez fêm nakim.
Zulm li me kurdan jî dibe, welatê me jî hatiye dagirkirin, bi hezaran însanên me jî serê salan e di kampan da dijîn, perîşan in.
Lê medyaya dinyayê qet qala zulma li me dibe nake, Neteweyên Yekbûyî ji bo me kurdan seferber nabe. Kes serxwebûna me, azadîya me naxwaze. Kes nabêje gerek dewleteke kurdan jî hebe, ji bona vê di meclîsên xwe da biryarê nagirin.

Filistînî 2 milyon in, em kurd 40-50 milyon in, medyaya dinyayê bi qasî ji sedî yekê filistîniyan jî qala me nake.
Neteweyên Yekbûyê nizane hem hene, ya tune ne.
Ji bo çareserkirina mesela filistîniyan serokên 20 welatan sibe ewê li Misrê, li Şarm el-Şeyxê bicivin.
Sed sal e em jî bi çar dewletan ra di şer da ne, lê kes ji bo me civîneke wiha mezin çênake, kes nakeve orta me û tirkan, farisan û ereban.
Çima wiha ye?
Dibê em kurd, siyasetmedarên me vê pirsê ji xwe bikin:
- Çima filistînî kanin doza xwe hewqasî mezin bikin, em çima kurd nikanin wek filistîniyan bikin?
23 dewletên ereban hene, du milyon filistînî dixwazin dewleteke din jî çêkin, bikin 24 dewlet.
Çima em 40-50 milyon kurd nikanin bi dinyayê bidin qebûlkirin dibê dewleteke me jî hebe?
Di viya da sûcê me, şaşiya em dikin çi ye?
Belkî jî serokên me bêkêr in, ne jîr, ne jêhatî ne lema ye gelo?

XXX

Meriv bi dilrahm be, bi merhemet be, bi tolerans be baş e, kanibe hin neheqiyan efû bike jî baş e.

Lê belê dibê meriv xiyaneta kesên bûne heval û rêberên dijminên dagirker tu carî efû neke. Hevaltiya dewletên dagirker qebhet û sûcekî giran e, gerek tu carî neyê efûkirin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar