Wek kurd çawa ûjdanê meriv, xîreta meriv, namûsa meriv qebûl dike ji miletê xwe bêtir ji filistîniyan ra bixebete, xebat û micadela ji bo filistîniyan di ser ya miletê xwe ra bigire; ne ji bona azadî û serxwebûna miletê xwe, ji bona filistîniyan her roj civîn û konferansan çêke, ne li dijî Tirkiyê û Îranê, li dijî Îsraîl civîn û mitîngan çêke!
Dînîtî, ehmeqî û bêxîretiyeke ji viya mezintir tune ye.
Fena ku dê û bavê meriv, malbata meriv, xizmên meriv êsîr bin, di bin zulmê da
bin, meriv neçe gazî û hawara wan, here hawara miletekî din.
Li qusûra min nenrin, lê ehmeqîyeke ji viya mezintir nabe.
Ji malbata xwe, ji qewmê xwe bêtir alîkariya hin kesên din ne karê aqil e, bêxîretiyeke mezin e.
Wek kurd meriv ne totikvala be ji Îranê, Tirkiyê, Sûriyê û Îraqê bêtir Îsraîl protesto nake. Çimkî ne Îsraîl, van dewletan welatê me dagir kirine, em kirine bindest.
Ez nabêjim em bêûjdan û bêmerhet bin, bir agunehê me bi filistîniyan neyê. Ez dibêjim halê me ji yê wan xerabtir e, dibê wek filistîniyan em jî berê ji bo xwe bigrîn, ji bo xwe bixebitin.
Dîndar û îslamîstên, tirk, ereb, faris ne ji miletên din ra, ji miletê xwe ra dixebitin, yek jî destegê nadin micadele û serxwebpna kurdan, mêrikan nasyonalîstên miletê xwe û welatên xwe ne, naxwazin kurd ji bindestiya wan xelas bibin, naxwazin welatên wan biçûk bibe.
Piraniya îslamîstên me kurdan, korfahm bûne, bûne leşker û canfîdayê umetê û filistîniyan. Fena ku ne kurd bin, ereb bin di bin demagojîya îslamê da xwe weqfî micadela filistîniyan kirine.
Mesela HUDAPAR carekê jî li dijî tiriyê, Îranê meşek, protestoyeke nekiriye, konferansek çênekiriye, lê ji bo filistîniyan gav û setê di hereketê da ne û Îsraîl protesto dikin.
Law çima hûn rojekê Tirkiyê, Îranê protesto nakin, dewleta hûn ji bo 2 filistînî dixwazin çima hûn ji bo 40-50 milyon kurd naxwazin?
Wek îslamîstên filistînî, çima hûn jî bi dagirkerên welatê xwe ra şer nakin?
We dev ji doza miletê xwe berdaye, hûn bûne zilam û lejyonerên îslamê û filistîniyan.
We qet dîtiye îslamîstên faris, tirk û ereb ji bo kurdan protestoyekê bikin, konferansekê çêkin?
Bira çêkirina wan li wir bimîne, kî ji bo azadî û serxwebûna kurdan gotineke pozîtîf dike bi xulamtiya emperyalîzmê û Îsraîl îtham dikin.
Amerîka, Yekîtiya Ewrûpayê alîkariya wan bike baş e, kes li dij dernakeve, lê
eynî hêz gava alîkariya kurdan dikin, dibin emperyalîst û kurd jî dibin xulamên
Îsraîl û emperyalîstan.
Kurdê wexta xwe, enerjîya xwe, îmkanên xwe ji miletê xwe bêtir bide
filistîniyan ne tenê dîn e, totikvala ye, pir bêxîret e jî.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar