12 oktober 2025

Bi destê nezanan kurmancî bûye şorbe


Belediyên me bi tabeleyên kurdî karekî baş û rast dikin. Mala wan ava be.

Lê bi nivîsên şaşomaşo zirarê didin zimanê me, kurdî li ber çavê xelkê raş dikin.
Ya din, şaşiyên tên kirin di nava xelkê da jî belav dibin. Wek gotina, ”ez jiyan dikim” !
Ji dêlî bibêjin ez dijîm, em dijîn, ez li Amedê dijîm, hin kes hîn jî dibêjin "ez jiyan dikim.”
Beledîyekê, beledîya kîjan bajarî ye nizanim, bi tirkî û kurmancî ev tabêle nivîsîye:


Tirkiya vê tabeleyê, vê lewheyê ”nerdiwana, nêrdiwana şewatê” ye.
Kurmancîya wê ji gêrmiya gavanan jî xerabtir kirine. Negotine, "nerdiwana şewatê, şewateyê", gotine, "pêlekanên şewatpêketinê" !
Beledîya kîjan bajarî ev tabêle nivîsîye nizanim. Lê şaş e, şerm e, dibê were rastkirin.
Ji bo ku gotina ”nerdiwanê” bi kar neynin tiştekî ecêb, tewşomewşo li hev ragirtine, gotine, ”pêlekanên şewatpêketinê”!
Yanî nerdiwanên şewatê vêdixin (!)
Nerdiwan çewa şewatê vêdixin gidî?
Di teksta tirkî da tiştekî wiha tune ye, tenê gotiye, "nerdiwana agir”.
Belkî wer bawer kirine ”nerdiwan” bi tirkî ye, lema ev şorbe çêkirine, ji dêlî bibêjin nerdiwan, ”pêlekan” çêkirine.
Carê nerdiwan(nêrdiwan) ne bi tirkî ye, kurdî-farisî ye, tirkan ji kurdî girtine.
Hin cahil, nezanên me wer bawer dikin her gotina di zimanê tirkî da heye tirkî ye. Ne were ye, belkî ji sedî 20-30 tirkî kurdî-farisî ye. Bi hezaran gotinên kurdî di tirkî da hene, tirk navêjin.
Belediya gava bi kurmanî lewheyekê, tabêleyekê dinivîsîne dibê ji hin kesên zimanzan bipirse. Êdî new ek berê ye, bi sedan mamosteyên kurdî hene. Zanîngeha Mêrdînê heye. Dinya biçûk bûye, meriv kane bi riya înternetê ji yekî zimanzan bipirse.
Nîvhekîm meriv ji can dike, nîvxoce ji îmanê dike, nîvzimanzan jî zimanê meriv dike şorbe, dike gêrmiya gavanan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar