Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Yaşar Guler dîsa gefa êrîşê li
YPG´ê û HSD´ê xwariye, gotiya ya hûnê sîlehên xwe teslîm bikin, yanî teslîmî me
bibin, ya jî emê êrîşî we bikin.
Yaşar Guler, mêrik gefa êrîşî wiha kiriye:
“Divê hemû şaxên wan ên li cografyayên cuda û di bin navên cuda de, bi taybetî
jî li Sûriyeyê çalak in, demildest û bê şert û merc çekên xwe deynin. Ez
dixwazim careke din bi bîr bînim emê destûrê nedin tu rêxistinekê, bi taybetî
PKK/YPG/HSD li herêmê bi cih bibe û di bin navên cuda de kar bike.”
Esas ji destê we were hûnê kurdekî li dinyayê nehêlin.
Sed sal e ji bo ku hûn kurdan bihelînin, nehêlin li tu beşekî Kurdistanê azad bibin, çi xerabî ji destê we hatiye we kiriye.
Bêguman li Sûriyê jî çi dest we were hûnê bikin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar