11 oktober 2025

Gerek meriv zimanê xwe hewqasî rehet zimanê xwe xera neke

Hin kes gava gotineke naylon, ne erebî, ne latînî, ne farisî dibînin ser serî xwe davêjin ji ser da, tavilê bi kar tînin.

Ev ne rast e, dibê meriv hewqasî rehet, bêmesûlîyet bi zimanê xwe nelîze. Hin gotinên biyanî êdî bûne malê xezîneya zimanê me; ne rast e meriv her peyva ji zimanekî din bavêje û peyveke bêbingeh çêke û têxe dewasa wê.
Gotina ”edebîyatê”, bi sedsalan e miletê kurd bi kar tîne, her kes jê fêm dike rakirin, ”wêje”ya naylon, bêmane, bêbingeh xistine şûna wê. Gelek kes bûne heyranê vê navêdara beredayî, bêbingeh.
Gava ez gotina ”wêje” dibihîzim” pir aciz dibim, naxwazim bibihîzim.

Hin kesan fabrîqeya gotinên naylon vekirine, camêran çêdikin û dajon piyasê û dixin ferhengên dijîtal.
Li piyasê bikirên(mişterîyên)gotinên naylon pir in, tavilê dikirin û belav dikin,
Di salên 1960-1970´î da dema fera-folên naylon, elemînyon derketin, li Kurdistanê etar bi gundan ketin, ji nava milet ferxên sifir bi yên naylon û elemîyon guhertin. Xelkê beroşek, sehanek sifir di mala xwe da nehîşt, giş firotin etaran, feraxên naylon û yên elemînyon kirîn. Nuha jî her kes dike axe wax...
Bi bikaranîna gotinên naylon jî eynî tiştî tê kirin, gotinên her kes jê fêm dike, bi sedsalan e xelk bi kar tînin davêjin, ji dêlî wan gotinên naylon, bêbingeh bi kar tînin.
Ev jî dibe sebebê kes ji zimanê wan, ji xeberên wan fêm neke.

Bi taybetî jî Rûdaw ji gotinên naylon pir hez dike, tavilê bi kar tîne. Ez rastî gotina ”rahêner” hatim. Min fêm nekir çi ye. Ji ferhenga Glosbê fêr bûm ”rahêner” antranor e.

”Rahênan” jî him antraman e, him jî tatbîqat e.
Di tu zimanî da antraman û tedbîqat ne eynî tişt e, ne sînonîmên hev in. Tetbîqat, haziriya, manawreya leşkerî ye, antraman, hereketên fizîkî yên sporcî dikin. Ya jî însan ji bo siheta xwe hin hereketên fizîkî dike. 
Yanî nabe meriv him ji bo tetbîqatê, him ji bo antramanê bibêje "rahêzan":

Mesele Rûdawê di xeberê da gotiye:
”HSD û Koalîsyonê di roja çaran de li baregeha Koalîsyonê ya li Rojavayê Kurdistanê rahênaneke(tatbîkat) hevbeş a leşkerî pêk anî.”

”Peyrew” jî taqîbkirin bûye.
Yanî dema yek yekî taqîb dike, dibê meriv bibêje, ”Azad Sosinê peyrew dike.
Di ferhenga Glosbe da jî ji maneyên ”peyrewê” yek taqîbkirin e. Qey Rûdawê jî ji wir girtiye.
Medya me, nivîskar û rojnamevanên mej i dêlî kurmancî bi milet bidin hezkirin, bikin zimanekî standart, kirine gêrmiya gavanan, kirine zimanekî kes jê fêm nake.

Ev jî xaçepirseke din a Rûdawê ye.

”Rûdaw: Provokasyonên devkî û kirdeyî jî di nav de em li dijî her cure rewşên ku dikarin pêvajoyê têk bidin, baldar û amade ne.”
Provakasyonên devkî min fêm kir, lê provakasyonên ”kirdeyî” çi ye ez nizanim. Kirde, di rêzimên da subjekt, suje ye.
Bi tirkî dibêjin ”ozne”. Rûdawê xwestiye çi bibêje min fêm nekir. dibê meriv ji Rûdawê bipirse.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar