Nivîskarê Brazîlî Paulo Coelho gotiye:
-Bahoz giş ji bona jiyana we xera bikin ranabin, hinekên wan ji bo ku riya we
paqij bikin, rê li ber we vekin radibin.
Yanî her bahoz, her astengî her tim ne xerab e, di jiyanê da carnan hin zorî û zahmetiyên, hin gelşên derdikevin pêş,
meriv baqiltir, xurttir dikin, dost û dijminên meriv baştir ji hev digerînin.
Li Kurdistana Rojava, Bakur û Başûr kurd rû bi rûyî hin gelşên mezin in, lê tu gelş, tu astengî ne ebedî ye, zû dereng emê wan çareser bikin û derkevin firêqetiyê.
Dibê em bêhêvî nebin. Halê dijminên me jî pir xerab e, rewşa wan jî xerab e.
Di gelek waran da em ji wan xurttir in, dost û piştgirên me ji yên wan bêtir in.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar