10 oktober 2025

Dewleta hûn ji filistîniyan ra dixwazin çima hûn ji kurdan ra naxwazin?

Xeza 41 km dirêj e, beriya wê jî li hin ciyan 6 km, li hinciyan jî 12 km e. Li ser hev 363 km² çargoşe ye

Yanî herêmeke biçûk e. Mezniya wê belkî bi qasî erdê Rihayê ye.
Nufûsa filistîniyan jî li dora 2 milyon û 200 hezarî ye.
Tirk, ereb, faris, misilmanên dinyayê hemû û kurdên îslamî li vî erdê biçûk dixwazin dewleteke filistîniyan çê bibe.
Lê eynî tirk, ereb, faris û hin kurd ji 40-50 milyon kurd ra dewletê naxwazin, heta daxwazeke wiha pir şaş û xerab dibînin.

Ji bo 2 milyon filistînî û erdekî bi qasî bajarekî Kurdistanê avabûna dewletê heq dibînin, lê ji bo kurdan dikin qebhet.
23 dewletên ereban hene, tirk û hin kurd dixwazin dewleteke din jî li 23 dewletên erban zêde bikin, bikin 24 dewletên erebî.
Lê eynî heqî ji bo kurda naxwazin. Ji kurdan ra dibêjin dema dewleta netewî derbas bûye, dewleta netewî ne baş e, lê ji filistîniyan ra lazim e, baş e.
Tirk, ereb, faris li dijî avabûna deleta kurd in em fêm dikin, çimkî dagirker in.
Lê kurdê ji filistîniyan ra dewletê bixwaze û ji kurdan ra nexwze durû ye, ne dilxwazê miletê kurd e, dixwaze kurd bindest bimînin.
Ji kurdên ji kurdan ra dewletê, serxwebûnê naxwazin bipirsin, bibêjin, ”hûn ji filistîniyan ra serxwebûnê, dewletê dixwazin, çima hûn ji kurdan ra naxwazin?
Çima hûn dixwazin kurd tim bindest bimînin?”

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar