A ji we ra îspata dostî û biratiya tirkan. Di vî rismî da bibînin bê serokên tirk çiqasî neyarê ala me ne.
Ala kurdî veşartine. Qerekterê xwe nîşanî me dane. Dibê em vê tabloyê, vê miameleyê tu carî ji bîr nekin.
Bêyî tirkan tu kes qeşmeriyeke wiha nake. Pir bêqalîte ne. Bi vê kirina xwe bêtir xwe kirine qeşmer, çiqasî biçûk in ew nîşan dane.
XXX
Nêçîrvan Barzanî ji ber ku PKK gurra Evdila Ocalan nake
xemgîn e, ji PKK´ê gazinan dike, dibêje:
”Peyama serok Ocalan gelekî zelal e, lê Qendîl vê peyamê
bicih nayîne.”
Baş e ku Qendîl daxwaza Ocalan bi cî nayne. Çimkî Ocalan tiştê
tam li gorî dilê Erdogan û Devlet Bahçelî dibêje, dixwaze PKK, PYD, HSD teslîmî
Tirkiyê bibin.
Heger Ocalan li têla dewletê nexista, heger daxwazên li gorî
dilê dewletê ji Qendîlê û ji PYD´ê, HSD´ê nexwesta, Devlet Bahçeliyê neyarê
kurdan bi nezaket û bi hurmet navê wî nedirt devê xwe, ewê jê ra bigota ”serê
terorîstan û qatilê zarokan…”
Tiştê Nêçîrvan Barzanî ji Qendîlê dixwaze ne di xêra kurdan
da ye. Hêvî dikim PKK, PYD, HSD tu carî gurra Evdila Ocalan nekin.
XXX
HAMAS dawiya dawî, piştî felaket û malwêraniyeke pir mezin
anî serê miletê xwe TESLÎM bû.
Li Xezayê, li ser agirbestê lihevkirin çêbûye. Yanî HAMAS´ê
şertên Amerîkayê û Îsraîlê qebûl kiriye.
Donald Trump gotiye di rojên pêş da belkî here Rojhilata
Navîn.
Wele mêrik hukim kir. Heger agirbest xera nebe ewê Xelata
Aştiyê bidin wî.
Yê bi benê tirkan û farisan dakeve bîrê taliya wî ev felaket
e.
Xumeynî, hêzên îslamî zirareke pir mezin dan miletên herêmê
û dinyayê. Dibê biqedin, koka vê îdeolojiyê were qelandin. Çimkî îdeolojiyeke
şerûd e, antî demokratîk e, li dijî azadiyê ye, wekheviyê, fikrên cuda, azadiya
şexsî û fikrî qebûl nake.
Demokrasî, plûralîzim, azadî, serbestî, edalet sîstema herî baş e. Rejîmên dîktator zirareke mezin dan miletên xwe, bûn sebebê şer û malwêraniyê.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar