Vê havînê lawikê me Azad û hevala xwe hatibûn serdana me. Di sohbetekê Azad bi swêdî gotina ”kef”ê bi kar anî, ji hevala xwe ra got, filan kes KEF e…
Min got, law ”kef” bi kurmancî ye.
Got bavo, swêdîyan KEF ji kurdî girtine, wek peyveke argo bi
kar tînin, dibêjin bi erebî ye.
Min bi swêdî peyva ”kef”ê nebihîstibû.
Dûra min li ferhengên dijîtal nêrî, xort wek gotineke argo pir bi kar tînin.
Di zimanê swêdî da peyva ”keff” peyveke jargon, argo ye. Bi
swêdî tê maneya, ”merivê ne tu tişt, vala, xerab, kirêt, pîs, ehmeq.”
Swêdî kefê bi du ”FF”a dinivîsin.
Di axaftina rojane da ”keff” tim negatîf e, kane ji bo însên jî, ji bo tiştekî
jî, ji bo rewşekê jê were bikaranîn.
Swêdîyan di ferhengan da koka, etîmolojiya kefê erebî nîşan dane, gotine ”keff”
ji erebî tê, bi erebî maneya wê baş e, kêf e, rind e.
Yanî wek kêfa di kurmancî
da heye. Lê di swêdî da maneyeyeke eksê wê girtiye.
Lê ev tarîfa kefê ya etîmîlojîk şaş e, ”keff”a swêdî ne ji erebî, ji kurmancî
hatiye girtin, ew jî kef e; kefa sabûnê, kefa ser şîr, kefa bi ser kela goşt dikeve,
kefa pêlên avê ye. Gava meriv tiştekî dikelîne kef bi ser dike û hwd.
"Kêfa, kîfa" erebî wek "kefa" kurmancî nayê gotin û nivîsîn, bi erebî dibêjin, "keyf, kêf, kîf", lê ne kef.
Kef di kurmacî da ne tiştekî bikêrhatî ye, pûç e, vala ye, meriv davêje. Di swêdî da jî di eynî maneyê da tê bikaranîn.
Bi baweriya min dibê em jî KEF´ê wek swêdîyan bi kar bînin. Ji însanên vala,
pûç ra bibêjin, merivekî kef e. Gotineke kef e, siyaseteke kef e û hwd.
Di swêdî da çend numûneyên ji bikaranîna kefê:
"Keff" kommer från arabiskan där det betyder
"bra", "trevlig" eller "rolig", men i svensk
slang har ordet alltså fått motsatt betydelse.
Di Swêdî de, çend mînakên bikaranîna kefê:
"Keff" ji Erebî tê, bi erebî tê maneya
"baş", "xweş" an "kêfxweş". Lê di jargona swêdî
da peyvê maneyeke berovajî girtiye.
"Ew keff e", di jargonê da tê wateya "ew
xirab e", "ehmeq", "nexweş" an "ecêb" e, bi
maneyeke neyînî.
"Ew pir keff e, ew her gav derewan dike."
"Ev lîstik bi rastî keff e, ez êdî naxwazim
bilîzim."
"Ji ber performansa xwe rexneyên keff wergirt."
Ev jî bi swêdî:
"Han är keff" betyder på slang att "han
är dålig", "dum", "ful" eller "konstig", i
negativ bemärkelse. Ordet "keff" kommer från arabiskan där det
ursprungligen betyder något positivt, men i svensk slang har det fått en
motsatt betydelse.
"Han är så keff, han ljuger alltid."
"Det här spelet är jätte keff, jag vill inte spela
mer."
"Hon fick keff kritik för sitt framträdande."
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar