08 oktober 2025

Nifireke rihayiyan: şalê îsotên we yên li ser xênî werin dizîn...


Hemşerîyekî min ê bi navê Mahmut Alkan di Facebookê da nifireke rihayiyan a li ser îsotê parve kiriye. Nifireke ecêb e, kêfa min pir jê ra hat. Heta nuha min nifireke hewqasî xweş û ji bo rihayiyan pir giran nebihîstibû.

Nifir bi tirkî ye, yê bixwaze kane di malpera Mahmut Alkan da bixwîne. Ez kurmanciya wê parve dikim.

Nifir wiha ye:

”Îsotên we yên li ser xênî werin dizîn, qirtikek jê nemîne.”

Ji bo hemşeriyên min ên îsotçî nifireke pir giran e, fena tu bibêjî şalê mala te bişewite, tu li kuçan, li çol û çepelan bihesilî.
Li Rihayê jiyan bêîsot nabe.
Diz mala yê rihayî req û rût bike ne xem e, lê îsotên ser xênî bidize felaketa herî mezin e.
Çimkî îsot ji bo rihayiyan beharata herî muhîm e, tahm û beharata jiyanê ye.
Îsot tunebe mêrikê rihayî ji tu xwarinê tahm û lezetekê nagire, ewê dîn bibe.
Li ser serîhildana Rihayê ya li hemberî fransizan henekeke rihayiyan heye. Dibêjin ji ber ku genarlê fransiz li Rihayê îsot yasax kir, lema rihayiyan gotin law êdî bes e û serî hildan, fransiz ji Rihayê derxistin.
General rojekê îsot xwariye devê wî pir şewitiye, li ser vê fermana yasaxkirina îsotê daye û ev yek jî bûye sebebê serîhildana hemşeriyên min.
Henek li alîkî, her babetê îsotê, hişin, hişk, ava îsotê hemû jî ji bo rihayiyan zexîreya herî muhîm e.
Her sal, her malbata rihayî bi sed kîloyan îsot hişk dikin û wek zexîreya salê radikin.
Îsot, sembola Rihayê ye, beharata Rihayê ya herî muhîm e û çend babetên wê hene.
Îsot tûjiya Rihayê ye, tûjî û şîranî di îsotê da veşartî ye.

XXX

Di Facebokê da yekî gotiye, ”Ez çûm gorristanê, li ser deriyê ketina hundur da nivîsîbû,´em jî wek te digerîyan, tu yê jî wek me werî vira.`

Gotiye, ”mirî, zindî meriv rehet nahêlin, gotinê dikutin jiyanê.”

Gotina rast rast e, dibê meriv li dilê xwe negire.

Jiyana bê qal û qîl, bê teşxele tune ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar