Tirk bûne ardê cehîn û ketine ruyê me, bûne qîr û di me gerîyan e, em dikin nakin ji vê qîrê, ji vê tenîya bi don pak nabin.
Sê zalimên ji hev zalimtir li me hatine hev, em hindik in ew pir in. Ew çar
dewlet in, xwedî artêş, balafir, tank û top in, yê me keleş e û canfîdayiya me
ye.
Heta nuha me gelek caran serî hilda, em tim têk çûn. Lê vê carê pêşiya me ronî xuya dike.
Heger Xwedê li hev anî, Nûrê ji vê malê ra dikim kebanî, li Kurdistana Rojava jî kurd azad dibin.Zorî, zahmetî pir in, tirk bi hemû hêz û îmkanên xwe dixebitin ji bo ku nehêlin em Kurdistana Rojava ji bindestiyê xelas bibe, lê heger serokên kurd bi xwe xweliyê li serê xwe nekin Kurdistana Rojava jî xelas bûye.
Hêdî hêdî dorê were Kurdistana Rojhilat û Bakur jî.
XXX
Ji rûvîra gotine sloganeka tu pir jê hez dikî biqîre.
Gotiye:
-Bimre hemû pînên dinyayê, bijî azadiya mirîşkan. Dibê
mirîşk nekevin pînan, li der ve bin, azad bijîn.
Neyarên me rûvî ne, dixwazin kurdên Kurdistana Rojava bêsîleh,
destvala bihêlin. Ji bo ku bi rehetî me bixwun.
XXX
-Her kes kane şaşiyê, xetayê bike. Lê tenê yên ehmeq dev ji
şaşiyên xwe bernadin, heta dimrin didomînin.
Çîçero
-Însan nezan ji diya xwe dibin, ne ehmeq, bi bêperwerdetiyê
dibin ehmeq.
Bertrand Russell
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar