15 oktober 2025

Dîndarên ji bo miletê xwe yê bindest tiştekî naxwazin li Diyarbekrê civiyan


Di 11-12´ê mehê da li Diyarbekrê civîna Yekîtiya Alim û Medreseyên îslamî(İttihadul Ulema)çêbû.

Ji Kurdistana Başûr Dr. Muhammed Salih Reşad, Şêx Abdurrahman, Osman Abdulaziz, Prof. Dr. Ahmed Pencwini û ji Kurdistana Rojava jî Şêx Zahid Xeznewî.
Ji Kurdistana Bakur jî Enver Kiliçaslan û serokê  HUDAPAR´ê Zekeriya Yapicioglu û gelek kesên din beşdar bûn.
Meleyên me yên korfahm û bêşiûr vê carê berdevkê Hamasê Fewzî Berhûm û berpirsîyarekî din ê Hamasê yê bi navê Samî Ebû Zuhrî jî ezimandibûn.

Li gorî medyayê nivîsîye, qedir û qîmeteke mezin dane serokên Hamasê, Fewzî Berhûm û Samî ebû Zuhrî. Dema ketine hundur salonê bi slogana tekbîr, tekbîr pêşwazî li wan kirine.
Îslamîstên me bûne dev ji kurdbûna xwe, doza miletê xwe berdane, bûne cîhadîstên filistîniyan.
Piştî civînê beyanek belav kirine. Di beyanê da bi gotinekê be jî qala mafê kurdan nekirine, li dijî dagirkerên Kurdistanê û bindestiya kurdan derketine, bi gotinekê be jî Tirkiye, Îran rexne nekirine.
Lê ji bo filistîniyan dewletê, serxwebûnê dixwazin û bi ruh û can destegê didin cîhada li dijî Îsraîl.
Ev dîndar û îslamîstên me bûne xizmetkarên Îslama di xizmeta dewletên dagirker da, dixwazin kurdên din jî wek wan bibin zilamên dewletên dagiker.
Halê miletê kurd ji yê filistîniyan xerabtir e, ji bo miletê xwe civînan çênakin, piştgiriyê nadin doza miletê xwe, bûne rêberên dewletên dagirker û cîhadîstên filistîniyan.
Ferîd Azad li ser civînê û beyana van beleyên bêşiûr belav kirine çend gotinên xweş gotiye:

”Me ew Îslama di xizmeta serdestan da ji zû da red kirîye. Em Îslama hemû serdestan û dûvikên wan red dikin. Îslama serdestan di binê lingê me da ye.

Em vê umeta zalim û dagirker red dikin. Li ser me wacib e ku em di nava vê umetê da tefrîqeyê derbixin û li ser me wacib e ku em li dijî vê umetê têbikoşin. 

Li gor Îslamê li ser me wacib e ku em li dijî vê zihnîyetê, li dijî vê Îslamê û li dijî vê umetparêzîyê têbikoşin. Cîhada me ev e. Û ev cîhad wacib e. Dîn li dijî dîn! Îslam li dijî Îslamê!
Dê kerem bikin!”

Ez vî camêrî pîroz dikim, rastî gotiye, zilamtiya Îslama di xizmeta dewletên dagirker da red dike, durûtiya dîndarên bêşiûr nîşan dide.

Hêvî dikim kesên wek Ferîd Azad zêde bibin. Dibê Îslameke kurd û Kurdistanî derkeve hemberî van îslamîstên di xizmeta hêzên neyar da.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar