Di Rûdawê da li ser çinîna birinca Qerejdaxê xeberek heye. Xeber bi tirkî ye, Rûdawê ew tercumeyî kurmancî kiriye, mixabirekî Rûdawê bi kurmancî dipeyive.
Kurmancîya mixabirê xeber ji tirkî tercume kiriye jî xeraba ye, wek ya etarên dimsoyî ye, ji birincA
Qerjdaxê ra dibêje ”birincÊ Qerejdaxê.”
Gava ez di Rûdawê da xeberên tercumeya ji tirkî dibînim ez pir hêrs dbim, dîn dibim. Di vê xeberê da gundîyekî qerejdaxî mecbûrî axaftina tirkî bûye. Pir ne xweş e.
Ez fêm nakim Rûdaw çima bi gundiyên kurd ra tirkî dipeyive û dûra wê xeberê
dike kurmancîye xerabe?
Ji dêlî hûnê xeberê ji ajanseka tirk bigirin, bira mixabirekî kurd xeberê çêke.
Li Diyarbekê muxaberên Rûdawê yên baş hene, bira yek ji wan here xebereke baş çêke. Çima hûnê xebera ANKA´yê tercumeyî kurmancî bikin?
Heger hûn bi xwe nikanin bi kurdî xebrekê çêkin, xeberên ajansên tirkan neweşînin çêtir e.
Pir şerm e ajansake kurdî xebereke li ser Silmêmaniyê, li ser Zaxoyê ji tirkî, ji erebî tercumeyî kurmancî bike.Wê xeberê neweşînin sed qatî baştir e.
Rûdaw li ser Silmêmaniyê, li ser Zaxoyê xeberan ji erebî, ji tirkî tercume nake, lê li ser Kurdistana Bakur di girtina xeberên tirkî da tu şaşiyekê, tu anormaliyekê nabîne.
Ev ne cara pêşî ye Rûdaw wiha dike, gelek caran xeberan ji ajansên tirkan digre, tercumeyî kurmancî dike.
Çima wiha dike, sebeb çi ye nizanim lê şaş e, eyb e. Ez tercumeya xeberên tirkî protesto dikim.
XXX
Gotinek heye, dibêjin, ”Li dera ewê zikê te lê têr nebe,
birçîbûna xwe nede xuyakirin.
Nebêje sirrê xwe ji dostê xwe ra, dostê dostê te jî heye, ew
jî bibêje ji dostê xwe ra.
Meriv rişma serê dilê xwe bernede, derd û kulên dilê xwe wek
sifrê ranexîne ber dost û hevalan baştir e. Gotina ket ser zar û devan ewê
bigere li çol û deran.
-Başî û xerabî wek bizrê têkeve nava axê, miheqeq hişn tê.
Çinîna wê jî dibe nesîbê yê çandî ye.
Feqet dîtina wê rojê hin caran nabe nesîbê kesê ew bizir
çandiye. Çimkî bizir carnan dereng zîl dide, çinîn nabe nesîbê yê çandî ye.
Tarîx carnan şahidiya başan û xeraban dike, wan jii hev
digerîne, carnan jî nake.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar