Îro li Stockholmê hewa gelkî ne xweş e, ewregî reş û tarî wek konekî reş girtiye ser Stockholmê. Bayekî pir heye, hewa sar e, 8 derece ye, dengê çivîkan jî nayê. Di rojên wiha da ji hêlîn û qulikên xwe dernayên.
Pelên darên li pêş mala me li bin guhên hev dikevin, hêdî hêdî
dikevin bin dara xwe. Erd bûye wek merşeke sor û hişin.
Payiza rengîn hukmê xwe nîşan dide, dibêje ez hatim, li xwe miqate bin, bedena xwe germ bigrin.
Ezê nuha derkevim derve, dibê kincên germ li xwe kim.
Dernekevim derve, hinekî nemeşim bîna min teng dibe. Dibê kezeba hewa paqij piçekî
tenefus bike.
Lê ya rast îro roja nav nivînan û raketinê ye, di vê hewa ne
xweş da, vê ba û bahozê da dibê meriv ji hêlînka xwe derneyê
XXX
-Li dera edalet lê tunebe siheta însên, psîkolojiya însên jî
xera dibe. Çimkî bêedaletî jahrîyeke huzûra hinavê însên dikurisîne.
Erich Fromm
Li Tirkiyê ji ber tunebhûna edaletê xelkê feqîr, bi taybetî
jî kurd bêhuzûr in, lema jî li riyên revê digerin.
Li Tirkiyê edalet ji bo me kurdan tu carî tunebûye, çimkî
welatê me hatiye dagirkirin, em kirine bindest. Însanên bidest tim nerehet û
bêhuzûr e, çimkî ne azad e.
XXX
-Însan ne dema ji çavên xwe dibe, dema ûjdan pê ra namîne
kor dibe.
Korîtiya herî talûke dema meriv nexwaze bibîne. Ev korîtî
civatan dibe felaketê, çimkî ji çavên nexwaze bibîne pirtir ûjdanê nabihîze
felaket e.
José Saramago
Li Tirkiyê ûjdan, mûjdan bi kesên hukimdar, bi rêvebirên
dewletê ra, hukûmetê ra nemaye. Ji bo wê jî hewqasî zalim û xedar in. Bi
kêfxweşî her zulmê li me dikin.
XXX
8 sal berê, roja 3´ê cotmehê Mam Celal Talabanî xatir ji
miletê xwe, ji dost û heval û hezkiriyên xwe xwest, çû gerdûneke din.
Mam Celal li asîmanê Kurdistanê stêrkek geş bû, lîderekî
mezin bû, li dinyayê şexsîyetekî bi nav û deng bû.
Di 8 saliya wefata wî da bi hurmet bibîr tînim.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar