03 oktober 2025

Payiza rengîn kerasekî sor li dara pê mala me kiriye


Li pêş mala me du dar hene, pelên yekê sor bûne, yên ya din sor nebûne.
Yek zûtir teslîmî payiza rengîn bûye, ya din serhişkiyê dike, li ber xwe dide.
Lê ewê jî teslîmî qanûnên xwezayê bibe, payizê pelê wê jî sor û zer bike û biweşîne.

Payiz demsala xatirxwestina ji havînê ye. Di payizê da pelên daran sor zer dibin, yek bi yek diweşin. Lê hêvîya bihareka nuh zindî dimîne.

Ji ber ku li Stockholmê dar, daristan, park, bexçe pir in, payiz pir xweş e, hawirdor sor û zer û rengoreng dibe.
Herêma me ya nuh ji alî hişinayî, park û daran va pir dewlemend e, ji warê me yê berê pir zengîntir û xweştir e. Emê vê payizê gelek dîmenên zêrîn ên xweş bibînin. Jixwe ji nuha da tevna rengîn a payizê dest pê kiriye; hawirdora me sor û zer bûye, erd bûye xalîçeyek rengîn.
Parka Slatmossen muhteşem e, emê têr lê bigerin û li temaşeyî rengên zêrîn bikin.

XXX

Du meh in em hatine vî xaniyê xwe yê nuh; di 5´ê mehê da du mehê me diqede. Hîn jî em baş bi cî nebûne. Hîn jî ez nehatime ser dûzana xwe ya berê. Dûzana min a berê xera bûye. Berê min bêtir dinivîsî, nuha kêm dinivîsînim û bûyer û pêketinên sîyasî jî baş taqîb nakim.

Çimkî hin meşxûlîyetên min ên hundur hene, ew min pir meşxûl dikin. Ez nikanim bûyeran baş taqîb bikim. Lê me kahr guraye, em hatine ber boçikê.

Çimkî hin meşxûlîyetên min ên hundur hene, ew min pir meşxûl dikin. Ez nikanim bûyeran baş taqîb bikim. Lê me kahr guraye, em hatine ber boçikê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar