06 oktober 2025

Li Sûriyê hilbijartineke derewîn çêkirine


Li Sûriyê hilbijartinên derewîn, pêkenokî wek di vî rismî da hatiye teswîrkirin çêbû.

Ji bo ku meriv bibêje hilbijartin e 101 şahid jî têrê nake. Bi vê sanaryoya tirkan el Colanî dibêje min hilbijartin çêkir. Wek qereçiyê li ber zurna xwe bilîze.
Kurd, (bajarên din kontrola kurdan da) durzî û elewî beşdarî hilbijartinan nebûne. Heta kurdên Helebê û Şamê jî dibêjin haya wan ji hilbijartinan çênebûye.
Ji xwe ra merivên xwe kirine parlamenter.

Senarîstê vê lîstika pêkenok, vê komedîya ji hilbijartinên Beşar Esed jî xerabtir Erdogan e, fîguran jî el Colanî ye.
Tu heyetên navnetewî çavdêriyê hilbijartinan nekirine. Yanî Erdogan û Colanî di nava xwe da tiştek li hev ragirtine.

Heta tiliya tirkan gêrmiya Sûriyê da be Sûriye ji teşxelê xelas nabe û rehet nake. Tenîyeke bi don in, pakbûna ji tenîya tirkan pir zor e.

 XXX

-Hûn çiqasî însanekî bi qelîte dibin bibin, dema hûn li ciyekî şaş bin, hûn yekî bêqîmet in.
Ji bo wê jî dibê meriv hevalê xwe jî, ciyê xwe jî bi dîqet hilbijêre.

Kesê meriv pê ra hevaltiyê dike û ciyê meriv lê ye ya şexsîyeta meriv, qedir û qîmeta meriv zêde dike, ya jî meriv bêqîmet û bêîtîbar dike.
Mewlana gotiye, ”Ji min ra hevalê xwe bibêje, ez ji te ra bibêjim tu kî yî.”

XXX

-Haletê xwşikîya herî saf, herî pak; di zimên da nezaket e, di xuy da kibarî ye, di ruh da sikûnet e û di dil da jî merhamet e.

Pir rast e, lê ew kultur, ew xweşikî, ew nezaket, ew kibarî, ew sikûnet û ew merhamet di nava me da pir kêm bûye. Nuha qebetî, zirzopî, cilqî, heqaret, devpîsî û zorbatî zêde bûye. Hurmet, nezaket, kibarî, maqûlî bûye tûtya.

Gava miletek bi sedsalan bindest bimîne ji kultur, urf û adetên dagikeran jî gelek tiştên ne xweş digre. Bindestîya domdirêj kultur û exlaqê însên xera, dejenere dike.

 XXX

Li Sûriyeyê îro hilbijartinên"Meclisa Gel" çêbû. Kurd(Wîlayeta Hisiçê), Reqa, Siwêda beşdarî hilbijartinan nebûn.

Kurd, durzî, elewî û hindikayiyên din hilbijartinê.

Li gorî xeberên medyayê xelk jî beşdar nebûye, Ahmed Şer ji xwe ra hin kes, ji sisê yekê endaman tayin kiriye.

Yanî meriv kane bibêje ji hilbijartinan bêtir tîyatroyeke, qeşmeriyeke tirkan û Ahmed Şerê çete ye.

Tirk nahêlin Sûriye xwe topî ser hev bike, Sûriya maye jî ewê bat bikin. Tiliya tirkan têkeve ku derê ew der bat dibe…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar