07 oktober 2025

Nebe kûçikê yê zulimkar !

Yaşr Kemal gotiye, ”Nebe kûçikê yê zulimkar, bibe şêrê yê mezlûm, yê zulm lê dibe ji bo ku li ser kêla gorra te ne kûçik, egîd were nivîsîn.”

Her kes zane şêr, egîdî ji kûçiktiyê baştir e, bi şereftir e. Lê dîsa jî gelek kes ne şêrîtiyê, kûçiktiyê hildibijêrin.

Hevaltiya dijmin, piştgiriya hêzên, dewletên dagirker ne şeref e, kûçiktî ye.

XXX

Bi merivê xêv(balûle)ra tu carî minaqa neke, ewê we bikçûne mistewa xwe û dûra jî bi saya tecrûbeya xwe ewê we bibe. Yên derva temaşe dikin jî ewê nizanibin yê cahil kîjan e.

Mark Twain

XXX

Çeteyên Ahmed Şer piştî qetlîama durzî û elewîyan, li Helebê do dest bi komkujîyan kurdan kirin.

Li gorî Rûdawê nivîsîye, piştî midaxala HSD´ê şer rawestîya ye. Lê hevdîtin berdewam e.

Bi vê êrîşê careke din diyar bû dema kurd destvla bin, nikanibin xwe biparêzin ewê werin kuştin. Çeteyên hukûmeta Ahmed Şer ewê tavilê dest bi êrîşê bikin.

Ez bawer nakim ev êrîş bê haya tirkan bûye, tirk dixwazin çeteyên hukûmetê êrîşî kurdan bikin.

XXX

Ev vîdeoya ji Sûriyê nîşan dide însan pê li rismên Rêberê Dînî yê Komara Îslamî ya Îranê Xamaney û serokkomar Mesûd Pezîşkîyan dikin.

Meleyên destbixwîn bi salan milyar milyar dolar dan Sûriyê, Sûriye kirin wek bajarekî xwe. Dawiya dawî bû nesîbê wan bibînin însan pê li serê wan dikin, wan diricimînin.

Belkî hinek nuha bawer nekin, lê sibe eynî qeder kane bibe nesîbê serokên Tirkiyê jî.

Meriv nizane sibe ewê çi bi xwe ra bîne.

XXX

Hêzên hikûmeta Şamê li Helebê, li taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê êrîşî kurdan kirine. Di êrîşê da 3 kes hatine kuştin, gelek kes jî birîndar in. Taxên kurdan hemû dorpêç kirine.

Çete rehet nasekinin, bela xwe di kurdan didin. Li ku derê kanibin bi kê lêdixin, dikujin.

Tiliya tirkan di van êrîşan da heye. Çete bêyî haya tirkan êrîşî kurdan nakin.

Hukûmeta Kurdistana Rojava dibê li hemberî van êrîşan bêdeng nemîne û kurdên Şamê û Helebê bi tenê nehêlin

XXX

-Hûn çiqasî însanekî bi qelîte dibin bibin, dema hûn li ciyekî şaş bin, hûn yekî bêqîmet in.

Ji bo wê jî dibê meriv hevalê xwe jî, ciyê xwe jî bi dîqet hilbijêre.

Kesê meriv pê ra hevaltiyê dike û ciyê meriv lê ye ya şexsîyeta meriv, qedir û qîmeta meriv zêde dike, ya jî meriv bêqîmet û bêîtîbar dike.

Mewlana gotiye, ”Ji min ra hevalê xwe bibêje, ez ji te ra bibêjim tu kî yî.”

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar