Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dîsa gefa êrîşê û dagirkirina Kurdistana Roava li kurdan xwariye, gotiye:
”Em îro jî li dijî perçebûna Sûriyê ne. Ji bo ku em rê li ber rêxistina
terorîst bigirin me hemû kanalên dîplomasîyê xistiye dewreyê. Heger teşebusên
me yên dîplomatîk bêbersîv bimînin siyaseta Tirkiyê diyar e. Tirkiye ewê
destûrê nede li Sûriyê dejavuyek çêbibe."
Yanî tiştê li Îraqê çêbû ewê nehêlin Sûriyê jî çêbibe, ewê nehêlin wek
Kurdistana Başûr li Sûriyê jî kurd azad bibin.
Heger Donald Trump destûr dabe ewê bi çeteyên xwe yên ereb ra êrîşî Kurdistana Rojava bikin.
Kurdên hîn bi vê hukûmetê ra ne tu ferqa wan ji Erdogan, Hakan Fîdan û Bahçelî tune ye, çimkî li dijî sîyaseta wan a antî-kurd dernayên.
XXX
Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) ji ber silogana bi
kurdî(koma me bona we) li ser formayên Amedsporê careke din 110 hezar ceza dabû
Amedsporê.
Piştî gelek rexne û protestoyên ji gelek aliyan TFF´ê
biryara xwe bi paş da girtiye.
Heger silogan bi tirkî bûya tiştek nedigotin, belkî Amedspor
xelat jî bikirana.
Ji bo ku kurdî normalîze nebe, kurd zimanê xwe bi kar neynin
her fêlbaziyê û riyê diceribînin.
Tirk bi rehetî mefekî herî biçûk jî nadin kurdan, dibê em
wan mecbûr bikin. Bêyî viya riyeke din tune ye. Çimkî ew medenîyet, ew
însanîyet, ew demokrasî bi wan ra tune ye, tenê ZOR kane wan mecbûr bike.
XXX
Serokê Sûriyê Ahmed el Şara li New York´ê bi serokê Kongreya
Cihûyan a Cîhanî Ronald Lauder ra hevdînek kiriye. Siyasetmedarên tirk, medyaya
tirk ne qalê dikin, nej î rexne dikin.
Heger serokekî PYD´ê, HSD´ê eynî tişt kiriba tirkan nuha qîyamet
rakiribûn, gişên bi hev ra bigotana a ji we ra îspata zilamtiya kurdan a Îsraîl.
Tiştê tirk, ereb dikin normal e, dîplomasî ye, heqê wan e, lê gava kurd dikin
dibe qebhet…
Dijminên me, dagirkerên welatê me ji kîjan karê me, ji kîjan têkiliya me aciz bûn, rexne kirin, dibê em bizanibin ew karê me, ew têkiliya me rast e.
XXX
Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dîsa gefa êrîşê û
dagirkirina Kurdistana Roava li kurdan xwariye, gotiye:
”em îro jî li dijî perçebûna Sûriyê ne. Ji bo ku em rê li ber rêxistina
terorîst bigirin me hemû kanalên dîplomasîyê xistiye dewreyê. Heger teşebusên
me yên dîplomatîk bêbersîv bimînin siyaseta Tirkiyê diyar e. Tirkiye ewê
destûrê nede li Sûriyê dejavuyek çêbibe.
Yanî tiştê li Îraqê çêbû ewê nehêlin Sûriyê jî çêbibe, ewê nehêlin wek
Kurdistana Başûr li Sûriyê jî kurd azad bibin.
Hebûna Kurdistana Federe bûye kule, mereza ser dilê wan, bûye qilçixê di çavên
wan da.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar