Serokê Meclîsa Tirkiyê Nûman Kurtulmuş li ser perwerdeya bi zimanê kurdî gotiye, tiştekî wiha ne mimkûn e, ”li Tirkiyê bêyî tirkî resmîbûna zimanekî din nayê qebûlkirin, li ser tiştekî wiha axaftin nabe.”
Mêrik şertekî Tirkiyê yên din jî dîsa dubare kiriye, gotiye:
”Hetanî kurdên Sûriyê jî sîlehên xwe teslîm nekin tu gavên
qanûnî nayên avêtin. Efendim bira meclîs qanûnan derxîne rêxistinê dûra gavan
bavêje, dîtineke wiha nabe.”
Yanî kurt û kurmancî, ”pêvajoya nuh” filan bîvan tîyatro ye, Tirkiye tu mafî
nade kurdan û dev ji neyartîya Kurdistana Rojava bernade.
Dixwazin bi hin demagojiyên xapandinê, bi alîkariya Evdila Ocalan
bigihîjin vê armanca xwe.
Gava bi vê riyê bi ser nekevin ewê zorê, şer û êrîşên çeteyên Colanî têxin dewrê.
Di vir da
rola Amerîka û Fransayê muhîm e. Amerîka û Fransa kanin nehêlin. Lê îhtîmala Donald Trump destûra êrîşê bide tirkan û Colanî heye. Donald Trump kane her surprîzê bike, meriv nakane bibêje Trump ewê viya neke...
XXX
Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo rawestandina şerê Xezayê
planeka 20 xalî pêşniyar kiriye. Netanyahu plan qebûl kiriye, dibê Hamas jî di
nava 3-4 rojan da bersîvekê bide.
Di planê da teslîmbûna Hamasê tê xwestin, dibê Xeza ji alî
heyteke brokratên bêteref va were îdarekirin.
Trump gotiye, tiştê em dikin ji mesela Xezayê wêdatir e, ez
qala aştiyeke li Rojhilata Navîn dikim…”
Dîyar e pilana Amerîka û Îsraîl ne ji bo çareserîya Xezayê
tenê ye, ji bo Sûriyê, Îraqê, Îranê û mesela kurd jî pilaneka wan heye.
Erdogan, Trump baş bertîl kir, ji bo ku piştgiriya kurdên
Rojavayê Kurdistanê nekin peymanên bi milyar dolarî pê ra îmze kirin.
Lê baş ne dîyar e Amerîka ewê dev ji piştgiriya kurdan berde
û bihêle Tirkiye êrîşî kurdan bike.
XXX
Komeleya Mafên Mirovan (İHD) gotiye zêdetirî 1400 girtiyên
nexweş li Tirkiyê girtîne, ji wan rewşa bi sedan pir krîtîk e.
Li gorî bersîva Wezareta Dadê daye lêpirsînek parlementoyê
di 11 mehên pêşî yê sala 2024´a da 709 kes girtîgehan da mirine.
Yên nikanin li der va ji ortê rakin, di zindanên xwe da hêdî hêdî dikujin. Tiştê dibe ji zulmê pir mezintir e, qetlîam e. Însanan êsîr digirin, di zindanên xwe da seqet dikin, hêdî hêdî dikujin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar