Ji kûçik pirsîne, gotine çima tu diewtî, sebeb çi ye?
Kûçik gotiye:
-Ji bo ku gur bitirsînim.
Gotine:
-Ê dêla te çima dilerize?
Gotiye:
-Ji ber ku ez ji gur ditirsim lema…
Kuro ya hewqasî zêde bi me da neewtin, ya jî bira dêla we ji tirsê nelerize...
-Deh salan hingiv bi mar dane xwarin dîsa jî jahrî verşiya ye.
Merivê bêwefa, nankor her tim bêwefa û nankor e.
Kurmê şîrî heta pîrî. Tu çi
bikî jî tu nikanî merivê bêwefa, nankor biguherînî, bikî merivekî wefadar.
Tu çi bikî jî dijminê bav û kalan nabin dost û hevalên lawan.
-Ji rûvî ra gotine cesareta xwe îspat bike. Çûye çêlikê xwe
xwariye.
Hin kes cesûrî û mêraniyên xwe bi zilamtiya dijmin, bi îxaneta bi miletê xwe ra
nîşan didin.
Cesaret, mêranî ne şûrkêşaiya neyar e, liberxwedan û serîhildana li hemberî dagirker û zulimkar e.
-Nêçîrvan çiqasî fêlbaz be, çiqa hîle, fen û fûtan bizanibe
jî, hirç jî hewqas riyên revê zane. Tu zulm ne ebedî ye, zû dereng rojekê dawî
lê tê.
Dema siûd hat serî,dixwaze bira bizire wek kerê henşerî, dîsa jî xelkê jê ra bêje aferî. Ji Erdogan ra lê hatiye,kabê mêrik tim û daîm mîr hatiye. Tu derewê,tu sextekariyê, tu hîleyê, tu rişwetê û bertîlê nikanîbûye dawî li saltanata wî bîne. Mêrik çi dike jî xelk dibêje eferim !
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar