Cergî em hatina xaniyê xwe yê nuh televîzyona me ya 23 salî nexweş ketiye, ketiye komayê. Ew û sîstema vir li hev nakin. Ew pir kevn e, sîstema vir pir pêş da ye. Lema weşan tim qut dibe. Geh tê girtin geh vedibe. Ez pê r awestîyam.
Min ban hosteyekî kir, lê nêrî, got, li ber mirinê ye, kane îro ya jî sibe bi temamî bimre, ya jî heta meheke din li ber xwe bide. Lê umrê wê temam bûye, dibê tu yeka nuh bikire.
Min ji xanimê ra got, telewîzyona me dibêje ji xaniyê nuh ra televîzyoneke nuh lazim e, lema ya min heta vir, herin ji xwe ra televîzyoneke nuh bikirin.
Îro min lêxist ez çûm POWEr´ê, min televîzyoneke LG 43 tûm kirî. Ez jê fêm nakim, xortê alî min kir, got ev telewîzon him baş, him jî me erzan kiriye. Ji min ra qala xusûsîyetên wê kir, pesnê wê da.Min got heyra, bi Xwedê ez jê fêm nakim, lê ez ji te bawer dikim û ez dikirim. Min televîzyona xwe kirî û perê wan dayê.
Marqa wê wiha ye:
-LG 43" 4K NanoCell TV 2025 43NANO81A.
Ya me 32 Philips 32 tûm bû. Mala wê ava be 23 salan li ber xwe da.
Piştî min kirî, min xeber da lawikê me Rojen. Gelkî qeherî. Got:
- Te çima sebir nekir, te bêhaya me kirî? Ez do bi şev bi Azad ra peyivîm, me biryar
dabû, me yê ji wa ra wek dîyarî yeka gelkî baştir bikiriya.
Ez li ber gerîyam, min sipas kir, min got de tişt nabe, wek we kirîbe. Ya min
kirîye jî ne xerab e.
Lê bazara min gelkî bê dilê wî ye…
XXX

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar