Du kalên hilhilî li parkê rûniştibûn ji xwe ra sohbet dikirin, carnan jî heke heka wan bû dikenîyan.
Vê dilşadî û kenê wan bala yekî ji wir derbas dibû kişand, bi meraq ji wan
pirsî:
-Apên hêja, wer xuya dike derdekî we tuneye, lema kêfa we hewqasî li cî ye, heke
heka we ye, hûn dikenin.
Ji kalan yekî got:
Mêrik got:
-Projeya we çi ye?
-Emê miletê welêt gişî topî ser hev kin, bi kerekî ra têxin hefsê.
Mêrik matmayî ma, got:
-Min milet fêm kir, lê çima hûnê kerê feqîr jî têxin hefsê? Gunehê ker çi ye?
-Piqînî bi wan ket, dîsa bû tîqe tîqa wan kenîyan, yekî got:
-Min ji te ra negot, her kes pirsa ker dike, kes li halê milet napirse. Gunehê wî bi milet nayê, nabêje çima hûnê milet têxin zindanê, dibêje gunehê kerê feqîr çi ye, çima hûnê wî jî dêxin zindanê?
Rociya te negirtiye min girt
Mistoyê dînik di meha Remezanê da rojekê rocî girtibû. Roja
eydiyê ji cimatê yekî got:
-Wele îsal rojek rocî ji dest min çû, min rojekê negirt.
Mistoyê dînik got:
-Xemgîn mebe, ew rojiya te rojekê negirt, min girt. Ket ber hev.
Miheqeq meyxane ye
Rojekê Bekirê serxweş bi zor birin mizgeftê. Mele di wa´zê da
Cinet tarîf dikir:
- Ciyek heye, lê ferqa kesên zîngîn û feqîra tune ye. Yê xemgîn, bi derd û kul
dikevê tê da kêfxweş û dilşa dibe. Li wir dilê her kesî ferah e, her kes bextewar
e. Kêfa her kesî li cî ye, her kes rûken e. De ka bibêjin, gelo wira ku der e?
Bekir got:
-Mele, xwedêjêrazî, ma ewê ku der be, hebe tunebe meyxane ye…
Qet balkêş û watedar nîn e! Şerm….
SvaraRaderaEv henekeke, ne analîzeke sîyasî ye. Her tiştê nekve serê meriv ne şaş e.
Radera