28 september 2025

Her kes pirsa ker dike

Du kalên hilhilî li parkê rûniştibûn ji xwe ra sohbet dikirin, carnan jî heke heka wan bû dikenîyan.

Vê dilşadî û kenê wan bala yekî ji wir derbas dibû kişand, bi meraq ji wan pirsî:
-Apên hêja, wer xuya dike derdekî we tuneye, lema kêfa we hewqasî li cî ye, heke heka we ye, hûn dikenin.
Ji kalan yekî got:

-Birayê ezîz, ji bo xelaskirina welêt projeyeke me heye. Lema em hewqasî kêfxweş in.
Mêrik got:
-Projeya we çi ye?
-Emê miletê welêt gişî topî ser hev kin, bi kerekî ra têxin hefsê.
Mêrik matmayî ma, got:
-Min milet fêm kir, lê çima hûnê kerê feqîr jî têxin hefsê? Gunehê ker çi ye?
-Piqînî bi wan ket, dîsa bû tîqe tîqa wan kenîyan, yekî got:
-Min ji te ra negot, her kes pirsa ker dike, kes li halê milet napirse. Gunehê wî bi milet nayê, nabêje çima hûnê milet têxin zindanê, dibêje gunehê kerê feqîr çi ye, çima hûnê wî jî dêxin zindanê?


Rociya te negirtiye min girt

Mistoyê dînik di meha Remezanê da rojekê rocî girtibû. Roja eydiyê ji cimatê yekî got:

-Wele îsal rojek rocî ji dest min çû, min rojekê negirt.

Mistoyê dînik got:

-Xemgîn mebe, ew rojiya te rojekê negirt, min girt. Ket ber hev.

Miheqeq meyxane ye

Rojekê Bekirê serxweş bi zor birin mizgeftê. Mele di wa´zê da Cinet tarîf dikir:
- Ciyek heye, lê ferqa kesên zîngîn û feqîra tune ye. Yê xemgîn, bi derd û kul dikevê tê da kêfxweş û dilşa dibe. Li wir dilê her kesî ferah e, her kes bextewar e. Kêfa her kesî li cî ye, her kes rûken e. De ka bibêjin, gelo wira ku der e?
Bekir got:
-Mele, xwedêjêrazî, ma ewê ku der be, hebe tunebe meyxane ye…

2 kommentarer:

  1. Qet balkêş û watedar nîn e! Şerm….

    SvaraRadera
    Svar
    1. Ev henekeke, ne analîzeke sîyasî ye. Her tiştê nekve serê meriv ne şaş e.

      Radera