Ji ber ku serokwezîrê Îsraîl Netanyahu gotiye, ”heger êrîşî me bikin, emê milîsên Îraqê ji ortê rakin”.
Wezîrê karên derve yê Îraqê Fûad Husên pir aciz bûye, gotiye, ”Îraq dewleteke
serbixwe ye, em tu gefê qebûl nakin."
Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd jî gotiye, ”gefa DAIŞ´ê li ser
welatê wan nemaye û ev talûke êdî "sifir" e.
Fûad Husên jî kurd e, Letîf Reşîd jî kurd e, herdu jî li dij in Îsraîl li çeteyên
Daîşê xîne, wan ji ortê rake.
Lê gava meriv wezîr û serokkomarê dewleteke dagirkerê welatê xwe beyanê wiha dide.
XXX
Serokê Partiya Neteweperest(MHP´ê) Devlet Bahçelî gotiye:
”Îsraîl ji bo ku HSD´a terorîst tevî pêvajoya Tirkiya
bêteror nebe pîj dike.”
Rûdawê gotina Bahçelî(kişkirtma) wiha tercume kiriye:
”HSD´ê li dijî pêvajoyê sîr dikin. Ew HSD´ê sîr û panîpule
dikin, da ku tevlî pêvajoyê Tirkiye bêtero nebe.”
Îcar ”SÎR” dikin yaho!
Baş e ku negotine pîvaz dikin.
Bahçelî negotiye ”sîr”, gotiye ”kişkirtma.” ”Kişkirtma” tirkî
ne sîr e, pîjkirin e, tahrîkkirin e, teşwîqkirin e.
Xêra xwe SÎRÊ tevî mesele nekin.
XXX
Ofîsa Encûmena Niştimanî ya Kurdî ya Sûriyeyê (ENKS) ya li
Amûdê hatiye şewitandin.
ENKS´ê beyanek belav kiriye, di beyana xwe da PYD sûcdar
kiriye, gotiye êrîş ji alî PYD´ê va hatiye kirin.
PYD´ê hîn tiştek negotiye. Hêvî dikim ne PYD be, PYD bi xurtî
vê provakasyonê mahkûm bike û sûcdar miheqeq werin girtin.
Kê ev êrîş kiribe ne dostê miletê kurd e, provakator e, xêrnexwazê
miletê kurd e, dixwaze kurdan bera hev bide, tifaq û yekîtiya kurdan xera bike.
Ev karê kesên dijminên miletê kurd e.
Ez êrîşê bi şîdet şermezar dikim. Dibê serokên PYD´ê û ENKS´ê
neyên provakasyonan û bi hev ra provakatoran eşkere bikin.
XXX
Serokê Amerîkayê Donald Trump gotiye, min ji serokê
Somalîyayê rica kir Îlhan Omarê jî bi xwe ra bibe Somalîyê. Serokê Somalîyê
qebûl nekirye, gotiye ez wê naxwazim.
Îlhan Omar îslamîsteka radîkal e, tê gotin hevala El Qaîdeyê
ye û yeka antîsemît e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar