27 september 2025

Îsmet Ozel: Ez di ser her kesî ra me, çimkî ez tirk im


İsmet Ozel şairekî nuha bûye pantirkîst, dibêje ez tirk im. Lê bi eslê xwe ne tirk e. Li gorî ferhenga Wikipediayê bavê wî Ahmed lawê Suleyman Çavuş e. Suleyman Çavuş erebekî ji Bexdayê ye.

Lê kane qereçî(romen)be jî. Çimkî pir dişibe qereçîyan.
Axirê ji çi miletî be jî ne tirk e, lê xwe tirk dihesibîne.
Îsmet Ozel berî 1980´î şairekî çep bû, dûra çerx kir, bû îslamîst. Nuha jî bûye pantirkîstekî neyarê kurdan û xwe di her her miletî ra dibîne. Tirkan ji her miletî hêjatir, esîltir, mezintir dibîne. Viya jî eşkere dibêje.
Di minaqaşeyeke telewîzyonê da gotiye:

"Ez di ser her kesî ra me, ji her kesî çêtir im, ji ber ku ez tirk im. Çimkî Xwedê ez ji miletên din hêjatir xuliqandime.”

Meriv ne manyaq be, ne xirifî be gotineke wiha nake, nabêje tirk ji hemû miltan baştir, hêjatir in, çimkî Xwedê ew di ser her miletî ra xuliqandine.

Bi ya min sebebê esasî ya vê irqçîtiya Îsmet Ozel neyartîya kurda ye, ji ber ku gelkî dijminê miletê kurd e û kurd teslîm nabin, li dinyayê ji tirkan bêtir hurmetê û qîmetê dibînin, ev yek Îsmet Ozel har dike, van gotinên berradayî pê dide gotin.

Ev mêrik li Tirkiyê, di nava tirkan da miamela dînekî, manyaqekî zirzop nabîne, semîneran dide, beşdarî civînan dibe, xelk lê guhdarî dike, jê ra li çepikan dixin.
Ji bo çi?
Çimî neyarekî kurda ye, ji bo wê jî kêfa îslamîstên, pantirkîstên, kemalîstên, faşîstên tirk ji van qeşmeriyên wî ra tê, lê guhdarî dikin.

Lê dibê ev jî were zanîn, Îsmet Ozel tenê wiha nafikire, di nava tirkan da kesên wek Îsmet Ozel difikirin pir in. 

Sebebê wê jî wek min got, neyartîya miletê kurd e. Ji ber ku kurd tirkbûnê qebûl nakin 150-200 sal e ji bo azadî û serxwebûna xwe şer dikin. 

Ev liberxwedana kurdan tirkan dîn dike, bûye sebebê hebûna Îsmet Ozel û bi hezaran kesên wek wî.

Roja kurd azad bibin, Kurdistana serbixwe çêbibe, tirkê ji vê irqçîtiya barbar xelas bin, bibin însanên normal, medenî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar