26 september 2025

Marco Robîo bersîveke giran daye rexneya Erdogan

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Marco Robîo bersîveke giran daye rexneya Erdogan a li Donald Trump girtiye.
Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Marco Robîo gotinên serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ên di telewîzyona Fox Newsê pir giran rexne kiriye.

Erdogan di Fox Newsê da gotibû, Trump gotibû ezê şerê Rûsyayê- Ukraynayê bisekinînim, nesikinand. Gotibû ezê şerê Xezayê bisekinînim, nesekinand.
Bi vî hawî Trump rexne kiribû. Ev rexneya Erdogan ji Marco Robîo hat pirsîn. Marco Robîo gotiye:

”Tirkiye jî di nav da gelek welatên din ji me xwestin em tevî van karan bibin. Ji bo ku em tevê bibin li ber me digerin.

Ev însan kanin her tiştî bibêjin. Lê belê dawîya dawî, ji bo çareserîya meselê tên Qesra Sipî. Giş dixwazin bi Donald Trump ra bipeyivin, giş dixwazin Trump gelşan çaraser bike. Hinek telefon dikin, dibêjin destûrê bidin em pênc deqîqa bi destê Serok bigrin.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump, di civîna çapeniyê da qala têkçûna xwe ya li hemberî Joe Bîden kiriye û bi tiliya xwe ya nîşandanê (tiliya şehadetê)Erdogan nîşan daye, gotiye:

”Hilbijartinên bi hîle ew ji her kesî baştir zane.”

Erdogan di axaftina xwe da li ser vê gotina Trump tiştek negotiye.

Ma ewê çi bigota?

Gotina rast rast e.

XXX

Pere însên xera nake. Pere merivê comert bêtir comerd dike, yê dinyanedî, bêkultur jî hîn zêde dike zirzop û dinyanedî.

Yê dinyanedî gava zengîn dibe, gava dibe xwedî pere pozbilind û fahş dibe, tiştê nelirê dike. Pere însên medenî, maqûl nake.

XXX

Însan rût û repal tê dinê, dide dû her tiştî, xwe pir diwestîne. Dûra jî her tiştê bi dest xistiye li dû xwe dihêle, dîsa rût û repal dihere.

Her kes viya zane, lê dîsa jî dev ji beza xwe, dev ji keftelefta xwe bernade. Çimkî çarmêrkî rûne, kerekî neke jî nabe. Jiyan zor e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar