Li xaniyê nuh ji mecbûrî ez bûme kebanî û aşpêj. Xanim danê esir, seet di 15.00´a da dihere Aras ji zarokxanê dibe mal, seet heta nêzî 18.00 li wir dimîne, alîkariya diya wî dike. Heta Rojen ji kar tê malê.
Seet di 18.00´a da tê malê. Gavê tê mal ji hal da ketiye, nabe ez şîvê jî
bi wê bidim çêkirin; ewê bibe bêûjdanîyeke mezin.
Ew dibêje ezê çêkim, lê ez qebûl nakim. Xwedê kir baş xerab ez kanim tişt
miştan tevhev kim, li hev bimeliqînim. Ji ber ku cilo ketîye milo.
Do min masîyê laks(masiyê somin) û kakivîlk(kanterel)çêkir, pir jê hez kir. Pir lezîz bûbû.
Îro jî min mirîşka bi kurrî û bulxurê bi sewze çêkiriye. Bîstek din ewê were ser sifra hazir.
Ez dibêjim lê gazina nakim, em hatine vir ji bo ku bi lawikê me Rojen ra bibin pîbar. Rojen diçe kar, xanima wî li mal e, du zarokên biçûk in, jê ra alîkarî lazim e. Lema xanim diçe hawara wê.
Ez nizanim li welêt dayikên me çawa kanîbûn 5-6, 7-8 zarokan li pey hev mezin bikin. Wele helal be ji wan ra.
Li welêt zarokxane jî tunebû, zarok rojê 5-6 seetan nedoçûn zarokxanê, wer li mal bûn.
Li Swêd 6-8 seetan diçin zarokxanê, lê dayik dîsa jî motajî alîkariyê ne.
Me jî li Swêd du heb mezin kirin, lê yê me 5 sal di nabêna wan da heye. Serhat 5 sala ji Rojen meztir e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar