25 september 2025

Karê me zor e, lê serketina me mimkûn e

Konfuçyus li ser hêvîyê û bawerîya bi pêşerojê, bi serketinê gotiye:

-Însanê perê xwe wenda kiribe, qet tiştekî xwe wenda nekiriye. Siheta wî ji dest çûbe, nîvê jiyana xwe wenda kiriye. Lê heger hêvîya wî û bawerîya wî ya bi siberojê nemabe, tê maneya her tiştê xwe wenda kiriye.
Rewşa me xerab e, neyarên me wek gurên har dora me girtine, dixwazin êrîşî me bikin, lê dîsa jî dibê em bêhêvî nebin, dev ji bawerîya xwe ya bi serketinê û azadîyê bernedin. Karê me zor e, lê serketin mimkûn e, gerek bawerîya me bi viya hebe.

XXX

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHR)li ser îdamên li Îranê hatine kirin raporek belav kiriye. Di raporê da gotiye, Komara Îslamî ya Îranê îsal herî kêm 1000 kes îdam kirine. Ev hejmar di 30 salên dawî de ya herî zêde ye.

Rojane herî kêm 9 kes tên îdamkirin.

Li gorî raporê tenê di hefteya borî de 64 kes hatine îdamkirin, ev jî tê wateya rojane zêdetirî 9 ke hatine îdamkirin.

Wahşetek, barbarîyeke ji viya mezintir tune ye, dinya dibê vê rejîja celadan ji ortê rake û van celadên xwînxwar gişan îdam bikin.

XXX

Pir hindik aqilê her kesî heye, lê hin kes aqilê xwe bi kar naynin. Ji dêlî serê xwe bixebitînin, bi aqilê xwe bifikirin, dibin êsîrê aqilê hinekên din, hinekên din çi bibêje, çi pêşniyar dike, ew dibêjin amena we sedeq û tesdîq dikin.

Aqil sermîyanê însên e, lê hin kes qet dest nadin vî sermîyanê xwe, tim deyn dikin.

Dibê meriv bi aqilê xelkê sîyasetê neke, di rûnê xwe da biqijile.

Pêşiyên me gotine, aqilê xelkê lolibê meşkê…

XXX

Li ser kesên bûne kûçikên(tahjiyên) nêçîrvanan gotineke pir xweş heye, dibêje:

-Ya bi nêçîr be ya jî bi nêçîrvan be. Lê belê tu carî nebe kûçikê nêçîrê dibe ji nêçîrvan ra.

Çi heyf kesên ji tahjîtiya, ji kûçiktîya nêçîrvan hez dikin pir in. Hevaltiya dijmin tahjîtiya nêçîrvan e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar