24 september 2025

Serokê Kurdistana Federe ji xwe ra dewletê naxwaze, ji filistîniyan ra dixwaze

Serokatiya Herêma Kurdistanê bi beyanekê destek daye dewletbûna Filistînê.

Beyan serokê herêma Kurdistanê wiha ye:
“Em piştgiriya xwe ya tam ji bo mafê çarenivîsa gelê filistînê û damezrandina dewleta wan a  di çarçoveya rewa û qanûnên navneteweyî de dubare dikin.”
Beyaneka tam li gorî dilê tirkan, farisan û ereban e, dibêje em di cepheya Hamasê û hêzên îslamîstan da ne.

Ji bo xwe doza dewletê nake, piştgiriyê dide dewleta filistîniyan, ji wan ra dewletê dixwaze.
Tu çima ji xwe ra dewletê naxwazî?
Ma rewşa te ji ya filistîniya baştir e?
Yanî ji xwe ra kûsiyan jî nagire, ji filistîniyan ra masîyan digire. Bi van serokan kurd nikanin ji bindestiyê xelas bibin.

Ji dinyayê ra, ji filistîniyan ra nabêje gerek hûn piştgiriyê bidin serxwebûna me. Vê daxwazê ne ji bo xwe, ji bo filistîniyan dike. Korfahmîyeke ji viya mezintir tune ye.

Serokên filistîniyan carekê jî negotine serxwebûn mafê kurda ye û em piştgiriyê didin miletê kurd. Belovacî vê, serokên filistîniya hemûyên wan li dijî dewleteke kurd û Kurdistaneka serbixwe ne.

Seokê Kurdistana Federe li gel vê jî li dijî Îsraîl piştgiriyê dide dewleta filistîniyan.

Yên mala kurdan şewitandine, yên kurd heta nuha bindest hîştine serokên kurd in, bi serokên wiha sed û yek sal jî here kurd nikanin bibin xwedî dewlet.

Ew ji filistîniyan bêtir motajî alîkariyê ye, heqê wî tuneye nabêna xwe û Amerîkayê û Îsraîl xera bike. Lê camêr guh nade perîşaniya xwe, beyanên tam li gorî dilê ereban, farisan û tirkan dide

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar