Wer xuya dike li Swêd çiqas fîrma, şîrketên serwîsê, xizmetê hene gişan bihîstiye me xanîyekî nuh kiriye, em hatine Hanîngeyê.
Cergî em hatine vî xaniyê xwe yê nuh, hema hema her roj ji min ra hin name û reqlam
tên.
Gişk me pîroz dikin, dibêjin xaniyê we yê nuh bi xêr be, hûn tê da bi kêf û
xweşî bijîn. Dûra jî pêşniyarên xwe rêz dikin.
Hinek dibêjin belkî ji we ra perde lazim e, em pisporên vî karî
ne, em kanin werin alî we bikin.
Hinek dibêjin belkî balkona(şaneşîna)we bêcam e, em kanin werin cam bikin û dûzanekê bidin balkona we. Efendim balkona camkirî heyat e, havînê wiha xweş e, zivistanê wiha xweş e, filan û bîvan.
Hinek dibêjin belkî ji xaniyê we yê nuh ra boyax lazim e, em kanin pisporekî xwe bişînin, bira ji we ra bibe alîkar.
Hinek dibêjin hûn ketine xaniyekî nuh, belkî hûn dixwazin kilîta xwe biguherin û fêdeyên kilîtên nuh rêz dikin.
Hinek dibêjin belkî hûn dixwazin mitpaxa xwe nuh bikin û ew jî gelek alternatîfan li dû hev rêz dikin.
Şîrketên elektirîkê û sîgortayê jî name şandin, wan jî xwest em peymanê bi wan ra çêkin, ew ji sîgorta û şîrketên din erzantir in.
Yanî li Swêd çiqas şîrket hene gişan bihîstiye Zinarê Xamo xaniyê xwe firotiye û xaniyekî nuh kiriye. Edresa min çûye ji gişan ra.
Îro jî markêta bi navê ÎCA Maxî´yê xaniyê me yê nuh li me pîroz kiriye û wek xêrhatin du diyarî, du xelat dane min. Dîyariya min nanekî somin e û 6 kaxetên tuwaletê ne.
Heta nuha kesî dîyariyek neda me, mala ÎCA Maxîyê ava be, wa ye sominek û 6 heb kaxetên tuwaletê dîyarî me kiriye.
Mala wan ava be, qedrê me girtine, emê herin sominê xwe û kaxetên xwe bigrin.
XXX
Tu nabêjî pîlê seeta min qedîya ye, zîl lêneket. Telefona
xanimê lêket, yekî bi şaşî telefon kiribû. Min got seet şeşê sibê ye, vê seetê
telefon dikin. Xanimê got, seeta te şaş e, seet tê neha.
Ez ciyê xwe hol bûm, min li seeta destê xwe û ya salonê
nêrî, rast seet 09.00 e.
Bi xêra şaşiya seetê îro du seet zêde raketim. Dibêjin merivê
kal, extçyar gerek rojê heyşt seet rakeve, lê ez rojê li dora 5-6 seetî
radikevim.
Şalê zirareke wê tunebe, umrê me kêm neke.
XXX
-Îro perê we tuneye, sibe kane hebe. Îro meqam û mewqîyê we
tuneye, sibe kane hebe.
Lê heger îro şerefa we tunebe, sibe jî ewê tunebe.
Dibê meriv ne ji bo malê dinê, ne jî ji bo kursî û meqam xwe
rezîl û bêşeref neke.
Lê yên guh nadin şerefê pir in, lema dibin hevalên dijmin.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar