22 september 2025

Pişta te xurt be mohra terorîstiyê tavilê radibe û tu dibî serokekî bi qîmet


Serokê Sûriyê Ahmed Şer di lîsteya Amerîkayê ya terorîstan da bû. Amerîkayê 10 milyon dolar xelat danîbû serê wî.

Terorîstê Amerîka lê digeriya îro wek serokê Sûriyê li Amerîkayê ye û ewê li Neteweyên Yekbûyî wek serokekî payedar biaxive. Belkî bi Donald Trump ra jî hevdîtinekê bike.
Baş e çawa bû Ahmed Şer, terorîstê serokekî El Qaîdeyê, Daîşê, Nusrayê, HTŞ´ê bû, 
Înterpol lê digerîya, Amerîkayê 10 milyon dolar xelat dida kesê wî bigire bû serokê Sûriyê û lîderekê bi qîmet?
Pişta meriv xurt be li vê dinyayê her tişt mimkûn e. Numûneya el Colanî(Ahmed Şer) îspata vê ye.

Bi dîtina min du sebebên vê yekê hene, yek jê piştgiriya Erdogan e, ya din jî Donald Trump e. Ne piştgiriya Erdogan ba û Trump ne serokê amerîkayê bûya Ahmed Şer ne dibû serokê Sûriyê, ne jî îro kanîbû biçûya Amerîkayê.
Yê Ahmed Şer kir serokê Sûriyê û bir Amerîkayê Erdogan e.
Gava dewleteke xurt li pişta meriv be, meriv terorîstê dinyayê yê herî mezin be jî kane ji nişka ve pir û pak bibe û bibe serokê dewletekê.

Sebebê kurd li Îraqê û li Sûriyê nebûne xwedî dewleteke serbixwe Tirkiye ye, tirk nahêlin dinya piştgiriyê bide Kurdistana serbixwe.

Heger Amerîka bixwaze kane resta tirkan bixwîne, wan bêminet bike û Kurdistana serbixwe ewê ava bibe.
Lê Amerîka viya nake û ji bo ku tirk jî viya zanin, nahêlin li tu beşekî Kurdistanê kurd serxwebûna xwe îlan bikin.
Heta em zora tirkan nebin, ya jî wan ji pêxîla xwe neqetînin em nikanin Kurdistana serbixwe bibînin.

XXX

Kesê murîd di terîqetekê da ye, bi şêxekî va girêdayî ye, bawerîya wî sedîsed bi şêxê wî tê. Şêxê wî çi bibêje jê bawer dike.

Murîd ne tenê dînî, yên sîyasî jî hene. Hinekên wan ji murîdê şêxan jî bêhiştir in.

Serokê wî çi bibêje, li ser navê serokê wî çi derew, tezwîrat were belavkirin jê bawer dike, jê ra li çepikan dixe.

Serok dibêjeje serxwebûn ji bo kurdan xera be, dibêje rast e.

Serok dibêje dewlet ji kurdan ra nelazim e, bi zirar e, dibêje rast e.

Serok dibêje here teslîmî neyar bibe, diçe teslîm dibe.

Serok bibêje xwe bikuje, mirin baştir e, kane xwe bikuje.

Xwedê aqil bide hemû murîdan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar