Sed sal e em xerab ketine, em ketina torra merivên xerab, zalim, em çiqasî li ber xwe didin jî têrê nake, ji me xurttir in, em nikanin ji bindestiya wan xelas bibin.
-Tu şûr bidî destê dînekî çiqasî talûke be, hukimdarkirina
merivekî bêexlaq jî hewqasî talûke ye.
Li Tirkiyê hukim ketiye destê merivên ji exalaq şuştî muştî ne. Lema her
xerabiyê, her babetê zulmê li me dikin.
Nuha jî zulma xwe berfirehtir kirine, rehetiyê nadin kurdên Kurdistana rojava jî. Tirk nahêlin ew jî azad bibin.
Heta em ji bindestiyê xelas nebin halê me ewê tim û daîm ev perîşanî be.
-Îro perê we tuneye, sibe kane hebe. Îro meqam û mewqîyê we
tuneye, sibe kane hebe.
Lê heger îro şerefa we tunebe, sibe jî ewê tunebe.
Dibê meriv ne ji bo malê dinê, ne jî ji bo kursî û meqam xwe rezîl û bêşeref neke.
-Rojekê emê enerjîya atomê serbest berdin, emê di nabêna
planetan da rêwîtiyê bikin, emê umrê însên dirêj bikin, emê tuberkulozê û
pençeşêrê (kansêrê)tedawî bikin, lê belê emê sirrê îdarebûna ji alî însanên
herî bêmistewa ve tu carî ji hev dernexînin.
-Dîyojen li ser meseleyeke cidî dipeyivî. Bala xwe dayê kes lê guhdarî nake. Ji nişka ve axaftina xwe birrî û wek çivîkekê bû vîçevça wî.
Her kes matmayî ma, gişan bala xwe dayê, fena ku bibêjin ev çi ye?
Dîyojen dest bi axaftinê kir, got:
-Wek hûn dibînin, însan qeşmeriyê ji meseleyên cidî muhîmtir dibînin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar