21 september 2025

Feqîrê tirk dilê wî pir bijiya ye govenda kurdî

Tirkekî vîdeoya govendeka kurdî ya muhteşem parve kiriye û bi heyranî û dilbijokî gotiye:

”Di jiyana xwe da min nedîtiye kes ji îskoçiyan xweştir govendê bigerînin.”
Ji ber neyartî û dilreşîya xwe ya li hembrî kurdan negotiye kurd, gotiye kes ji ”îskoçîya xweştir baz nade, dans nake” (!)
Yê tirkan ne govendeke wan a netewî heye, ne jî kincên wan ên netewî. Ji bo wê jî dema çav li lîstikên, govendên kurdî dikevin dilê wan dibêje çizzz, dibêjin xwezî folkloreke me jî ya wiha xweş, muhteşem hebûya.

Bi sedan lîstikên kurdî hene, her bajarekî Kurdistanê çend lîstikên xwe hene. Ev dewlemendîya kultur, folklorîk û muzîka kurdî tirkan ji qahra wek mûmê dihelîne.

Ji sebebên statuya kurdan qebûl nakin, kurdî serbest nakin yek jî feqîriya wan a kulturî û folklorîk e, wek tirk tiştekî wan ê folklorîk tune ye. Tirk miletekî bêgovend e, yek lîstika tirkî tune ye. Gişk yên miletên din in. Lîstikên lazan, rûman, êrmenîyan û kurdan in.

Miletê kurd xwedî kultur, folklor û muzîkeke pir dewlemend e, gava kurd azad bibin kultura kurdî, muzîka kurdî, folklora kurdî ewê şax vede, ewê wek gulan veke. Ji ber ku yê tirkan tiştekî wan tune ye ewê ji qahra dîn bibin.

Her lîstika tirk lê xwedî dertên ya miletên din e, ya kurda ye, ya rûma ye, ya laza ye, ya miletên kafkasî, balkanan e. 

Folklora tirkî tune ye, lîstikeke tirkan tune ye. Ji bo wê jî yê tirk dilê wî pir bijiya ye govenda kurdî, lê ji ber dilreşîya xwe gotiye ”min nedîtiye kes ji îskoçiyan xweştir bilîze.”

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar