20 september 2025

Îro bi meşê ji hal da ketim

Îro bi meşê ez ji hal da ketim. Tam 14.55 km meşîyame. Lê xweş bû, min û xanimê gelek derên nuh dîtin. Rêberê me lawikê me Rojen e, her carê derekê nîşanî me dide.

Berî nîvro ji bo alvêrekê çûm çarşiya Port 73. Min lazimiyên malê kirî û hatim.
Çer gihîştim mal, lawikê me Rojen telefon kir, got werin emê we hinekî bigerînin, derên we hîn nedîtine emê nîşanî we bidin.
Em bi meş çûn Jordbro. Me gelek derên xweş dîtin.


Ji mala me, Hanîngê heta Jordbro her der daristan e, hişinayî ye, wek cinetê ye. Handen herêmeke pir mezin û pir xweş e. Gelek daristan û parkên mezin lê hene.

Mal, vîla giş di nava daristanê da ne, her der, çarhawêl hişinayî, wek parqeke mikemel e.

Me digot belkî di ser ciyê me yê berê(Alby, Botkurka) ra tune ye. Lê ne were ye, Handen-Hanînge cineteke rastîn e, çarşî, sentrûm ne ne tê da, her der daristan û park e. Ciyên ger û seyranê lê pir e.

Hanînge ne wek Alby ye, xerîb lê hindik in, bazar û dikanên xerîban ên mêwe û sebze firoş tune ye. Li gorî Alby her tişt buhatir e. Jordbro wek Alby ye, giş xerîb in, min hejîr kirî. Îsal cara pêşî ye hejîra dixum. Hejîr jî ne tu hejîr bû, hûrik û kerrik bûn. Axirê min çend hebên baş niqand.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar