Îro serê min di ber min da ez li parka me dimeşiyam. Ez bi tenê bûm, xanim bi min ra nehat. Got ez westîya yî me û karê min jî li mal heye. Lema ez bi tenê çûm meşa xwe ya rojane.
Serê min di ber min da bû, min hew carê nêrî gakûvîyekî tu dibê ecêb li milê min ê çepê
di nava daran da diçêre, pelê darê dixwar. Hindik mabû ez lê biqelibîyama. Netirsîya, ez tirsîyam.
Nabêna me du mîtro jî tunebû. Ez veciniqîm û paş da
vekişiyam.
Min lê nêrî, wî li min nêrî û çêra xwe domand.
Ez tirsiyam êrîşî min bike, lema bi lez bi paş da vegerîyam.
Min cesaret nekir rismekî wî bigrim.
Parka me pir mezin e, gakûvî, pezkûvî, xezal lê hene. Kes zirarê nade wan. Ew jî bêtirs li parkê, di nava însên da dijîn.
XXX
Pisikê ji mişk ra got:
-Ji qulika xwe derkeve, bihostek ji qulika te wê da serîyek
penêrê teze di sehanê da li bende te ye, here ji xwe ra bixwe.
Mişk hinekî fikirî, got:
- Ez naxwazim.
Pisikê got:
-Çima tu naxwî? Tu ji penêr pir hez dikî.
Mişk got:
-Rê pir kin e, xelat mezin e, di viya da miheqeq pûştîyek,
xayintîyek heye.
Dijminên bav û kalan nabin dost û xêrxwazên lawan. Dibê
meriv bi teklîfên neyar nexape, nekeve kemîna dijminê xwe.
XXX
Sê kurdên bi xîret, welatperwer karekî pir hêja kirine.
Bi navê "Kurdish
Energy Drink", bi Ala Kurdistanê derxistine piyasê. Wan ji dil û
can pîroz dikim. Hêvî dikim numûneyên wiha zêde bibin.
Çer were Swêd ezê herim bikirim.
XXX
Li Kurdistana Rojava 713 hezar xwendekar bi marşa netewî Ey
Reqîb dest bi perwerda sal nuh kirin.
Li Kurdistana Rojava j idibistana destpêkê heta zanîngehê
perwerde bi kurmancî ye. Sebebê tirk hewqasî neyartiya kurdên Kurdistana Rojava
dikin yek jî ev e. 713 hezar zarok û ciwanên kurd ji asîmîlasyonê erebî xelas
bûne û bi zimanê xwe perwerde dibin.
Li Kurdistana rojava miletek ji asîmîlasyonê xelas bûye, ev
yek tirkan dîn û har dike.
Sipas ji bo kesên ev azadî, ev bingeha netewî ji me ra bi
dest xistin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar