Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler dîsa gefa êrîşê li YPG´ê û li HSD´ê xwariye, gotiye ewê tu carî nehêlin YPG û HSD li herêmê bi cî bibin û bi navên cuda çalakiyan bikin.
Yanî mêrik pir eşkere dibêje heger YPG, HSD teslîmî me nebin, emê Kurdistana
Rojava dagir bikin.
Banga Yaşar Guler tê maneya em qebûl nakin kurd li tu dera dinayayê azad bibin.
Dibê em zora van zebanîyan bibin, heta ew ji me xurttir bin ewê li tu dera cîhanê rehetiyê medin me.
Kurdan li Ewrûpayê meşrûbateke bi navê ” "Kurdish Energy Drink" çêkirine, dîsa Tirkiye derketiye hembarî wan, xwestine rê li ber karsazên kurd bigrin. Yanî dewleteke, miletekî hewqasî antî-kurd in.
Yaşar Guler di beyana xwe da gotiye,” divê Hêzên Sûriyeya
Demokratîk û hemû şaxên PKK´ê guh bidin banga Rêberê PKK´ê Abdullah Ocalan û
sîlehên xwe deynin.
Yaşar Guler di axaftina xwe da bal kişand ser girîngiya
"Tirkiyeyeke xurt û bêteror".
"Daxwaza me ya herî mezin ew e ku em bela terorê ya ku
bi salan e enerjiya me û çavkaniyên me diqedîne, dawî lê bînin, bajarên xwe bi
pêş xin, welatê xwe bigihînin aramiyê û Tirkiyeyeke pir bihêztir bidin ciwanên
xwe.
"Di serî da Sûriye, hemû komên rêxistinê yên ku bi
navên cuda û li erdnîgariyên cûda çalak in, divê demildest bêyî şert û merc sîlehên
xwe radest bikin.”
Emê tu carî rê nedin PKK,YPG û HSD li herêmê bi cih bibin û
bi navên cuda çalakiyan bikin.
Wek xuya dibe hedefa tirkan Kurdistana Rojava ji ortê rakin, ew der bûye
gongilê di çavên wan da.
XXX

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar