Belkî sedûyek navên, maneyên navdêra ”werz”ê hene. Werz, him demsal e, him bîstan e, him rez e, him cotkarî ye, him paletî ye, him mahser e...
Li ba me gotina ”werz” tune ye, ez
bi xwe nizanim ”werz” çi ye?
Wê rojê li derekê bi ber çavê min ket, min meraq kir û bala xwe da çend ferhengan. Ez gêj bûm, sedûyek nav derket hemberî min.
Nav û maneyên ”werz”ê ji yê rûvî jî pirtir e, belkî sedûyek maneyên wê hene.
Her ferhengekê çend nav lê kiriye, çend mane dayê.
Li gorî ferhenge M. Emîn bozarslan, ”werz, bostanê zebeş, petêx, xiyar û hwd e.”
Li gorî ferhenga Îzolî, ”werz, zîraat, (sebze),werzevanî
cotkarî, werzêr, karkirê zîraetê, werzenkûr pale.”
Li gorî Wîkîferhengê: ”Werz, her çar demên salê, bahir, havîn, payiz, zivistan
e. Hevmane ”mewsîm” e. Çandin, cotkarî, zîraet e. Heyam, dema tiştek hişin tê, yan
tê çandin. Werzê dexl û durûnê. Erdê sebze lê hatiye çandin. Zevîyê darên tirî
lê hatine çandin.
Hevmane, rez, xerz, mehser.”
Aqilê min sekinî, navdêrek çawa him dibe bîstan, him dibe demsal, him dibe rez,
cotkarî, zîraet, dexlûdan û mehser?
Ev çi ziman e, çi sînonîm e min fêm nekir!
Navdêrek çawa kane him mewsim be, him rez be, him cotkarî be û him jî mehser
be?
Mehser, ciyê tirî lê tê heciqandin, hesirandin, dibe dims, şerab û êmîş.
Demsal tiştekî din e, bîstan tiştekî din e, rez tiştekî din e.
Navdêrek çawa kane vana gişk bin?
Kîjan herêma Kurdistanê ”werz”ê bi kar tîne û di çi maneyê da bi kar tîne ez
nizanim.
Gelo bi rastî jî hewqas maneyên, navên ”werz”ê hene ya jî her kesî hema ji xwe
ra hin nav li dû hev rêz kiriye.
Gava yek bixwaze di nivîsekê da ”werz”ê bi kar bîne ewê çawa ji nav vê kaosê
derkeve?
Çimkî navên di ferhengan da hene ne sînonîmên nêzî hev in; demsal, bîstan, rez,
cotkarî, pale û mehser çawa kanin sînonîmên hev bin?
Çawa kane bi sedan maneyên navdêrekê hebin?
Hevalên zimanzan bira xêra xwe vê gelşê ji hev derxin. Werz çi ye?
Nabe hewqas maneyên wê hebin. Felicia
Demsal e, bîstan e, rez e, mehser e, kîjan e?
Nabe ev hemû bin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar