17 september 2025

Duran Kalkan: Em nabêjin viya bidin kurdan, wiya bidin kurdan...

Endamê serokatiya PKK´ê Duran Kalkan gotiye:

”Dibê gavên demokratîkbûnê werin avêtin. Em nabêjin viya bidin kurdan, wiya bidin kurdan. Bira demokrasîye Tirkiyê bi pêş keve, bira Tirikiye bibe bira, bibe yek. Ya na talûkeya siyasî li ortê ye. Îsraîl çi dike, Şerê Cîhanê yê Sisiya hatiye kîjan nuxtê li ortê ye. Me berê jî ev rewş analîz kiribû.”
Mêrik eşkere dibêje em ji kurdan ra tiştekî naxwazin, em nabêjin vî heqî, wî heqî bidin kurdan. Tenê dixwaze Tirkiye bi pêş keve, perçe nebe.

Û neyartiya Îsraîl jî lê zêde dike, bi rengekî sergirtî dibêje Îsraîl kane piştgiriyê bide kurdan û Kurdistan çêbibe, ji bo wê jî gerek tirk hay ji xwe hebin.
Îsraîl dibêje bira kurd bibin xwedî dewlet, ji dêlî ku sipas bike, wek wek tirkekî neyartiya Îsraîl dike. Mêrik tam bûye zilamê tirkan, aqil dide wan.
Pir şerm e meriv hîn jî bibe hevalê vî merivê ne tiştek û hêviyekê ji wî û ji tevgera wî bike.
Mêrik şerm jî nake gava dibêje ew ji kurdan ra tiştekî naxwazin. Piştî vê beyanê dibê bi hezaran hevalên PKK´ê ew têxistina binê erdê. 

Lê ji cepheya PKk´ê kes dengê xwe nake. Piştî 50 sal xebat, bi dehhezaran şehît, bi milyonan koçeberî, mêrik dibêje ew ji bo kurdan tiştekî naxwazin. Skandaleke, rûreşiyeke ji viya mezintir nabe.

XXX

Ji bo ku meriv bixeniqe ne hewceye meriv têkeve avê. Derdên dilop bi dilop dikevin ser hev jî însên dixeniqîne.

Derdê Sêvo giran e. Derdan ji derdvêketiyan pirske. Kesê bêderd tuneye, lê derdê hinekan zêde ye.

XXX

-Tu kes xwe tevî tîcareta nizanibe, ji heq derneyê nake. Lê belê her kes bi dil û can dixwaze xwe tevî tîcareta herî zor, karê hukûmetê, îdara dewletê bike.

Dibê meriv hukim nede destê kesên dilnepak û nezan.

Rast e, dibê meriv erbabê karê xwe be. Lê li ba me bi piranî ne wiha ye, yên ji sîyasetê fêm nakin jî xwe tevî siyasetê dikin. Ji bo ku ne erbabê karê xwe ne zirarê didin miletê xwe.

Ne di siyasetê tenê da, di edebîyatê da jî nîvedîp pir in, ne şair in xwe li şairiyê dikin bela. Ne nivîskar in, kurdî baş nizanin romanê, li pey romanê dinivîsin.

Hekîmê nîvçe meriv ji can, meleyê nîvçe meriv ji îmanê dike.

XXX

Elî Çeven danê êvarî ji zindana dagirkeran azad bûye. Çavên malbata wî, zarokên wî, dost û heval û hezkiriyên wî û bi taybetî jî yê abûqatê wî Suphî Ozgen ronî be.

Sûcê Elî Çeven gotibû ez ne tirk im, ez kurd im. Xwelî li serê wî kurdî be newêribe bibêje ez kurd im û wek Elî Çeven doza azadiya miletê xwe neke.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar