”Komîsyona Hevgirtina Netewî, Biratî û Demokrasiyê” ewê civînekê bi akademîsyen û nûnerên saziyên civaka sivîl (STK´ê) ên Bakurê Kurdistanê ra çêbike û guh bide dîtin û pêşniyarên wan.
Navekî ecêb li komîsyona derewîn kirine. Komîsyon jî, hevdîtinên dike jî giş
taktîk û manawrayên xapandinê ye.
Qîmeta dîtin û pêşniyarên tu kesî tune ye,
tiştê tê kirin formalîte ye, ajandeyeka Erdogan û Bahçelî heye, komîsyon li
gorî wê programê hin civînên xapandinê çêdike. Kî çi bibêje vala ye, ewê tu giraniyeke wê tunebe...
Heger nêta tirkkan hebûya dev ji înkara kurdan berdin û mafê kurdan bidin, ewê hewqasî neyartiya Kurdistana Rojava nekirina. Li alîkî çeteyên xwe yên ereb dajon ser kurdên Rojavayê Kurdistanê, li aliyê din jî komîsyona ”demokrasiyê û biratiyê” çêdikin. Vir e, ez bawer nakim tirk dev ji neyartîya me berdin û mafekî herî biçûk bidin me. Ez bawer nakim ev hukûmet bike.
XXX
Hukûmetên berê jî bi îthama kurdçîtiyê, ”perçekirina
Tirkiyê” siyasetmedarên me girtine, bi salan di zindanê da hîştine.
Lê tu hukûmetê, tu carî bi salan, bi hezaran kurd di
zindanên xwe da êsîr negirtin. Gava cezayên wan diqediya dihatin berdan.
Nuha, kesên 10 sal, 20 sal, 30 sal cezayên wan diqedin, li
gorî qanûnên wan dibê werin berdan, bernadin.
Di tarîxa Tirkiyê da tu hukûmet, tu rejîm bi qasî
dîktatoriya Erdogan-Bahçelî ne antî-kurd û ne qanûnnenas bûye.
Li Tirkiyê di praktîkê da ji bo kurdan qanûn, heq, huqûq
tune ye. Gava dilê wan dixwaze kurdan êsîr digrin û bernadin. Ev zulmeke mezin
e, barbarî ye.
XXX
-Du riyên diherin ehmeqiyê, bûdeletiyê hene: ya yekê
bawerkirina ji ya ne rast e, ya din jî redkirina baweriya ji ya rast e.
Soren Kierkegaard
Dibê meriv ji her tiştê dibihîze bawer neke û gotina rast jî
red neke. Dagirkerên me derewê li dû derewê dikin, dibê meriv jê bawer neke.
Her quba sipî ne zîyaret e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar