Tirk, ereb û faris van rojan pir bi ser hev da diherin û tên, pir li halê hev dipirsin.
Li
Qeterê li hev kom bûn, bi hev şêwirîn. Dixwazin li dijî kurdan û Îsraîl
cepheyekê ava bikin. Tirkiye û Îran serkêşiya vê xebatê dikin.
Derdê tirkan kurdên Rojavayê Kurdistanê bi alîkariya ereban û farisan û welatên musilman bifetisîne, kurdan têxe hesargehê.
Rejîmên hersê miletan jî riziyayî ne, ji hev da ketine, li ber hilweşînê ne.
Tirkiye bi rengekî pir aktîv hewil dide cepheya antî-kurd, antî Îaraîl zû ava bike. Heger Tirkiye û Îran bi ser kevin ne ji bo kurdan tenê, ji bo Îsraîl jî talûke ye.Îsraîl çeteyên Îranê û Tirkiyê çiqasî pir basko bike, ji ortê rake ji me r ajî baş e.
Tirsa hersê hêz jî kurd li Rojavayê Kurdistanê dikin bibin xwedî dewlet, dibê bi hev rar ê li ber vê yekê bigirin.
Îsraîl him bi xwe xurt e, kane xwe biparêze, him jî Amerîka li pişt e.
Lê pişta kurdan ne saxlem e, welatê herî zêde destegê dide kurdan, meriv kane
pê bawer be Fransa ye.
Lê alîkariya Fransayê kane heta kînga dom bike ew ne
dîyar e.
Ji bo ku herêm rehet bike dibê, Îran, rejîma meleyên terorîst û dîktatoriya
Erdogan-Bahçelî hilweşe.
Heta ev herdu rejîm hebin ji kurdan û Îsraîl ra rehetî tun ye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar