15 september 2025

Li Swêd kitêbfiroş li pey hev tên girtin

Li Swêd kitêbfiroş sal bi sal kêm dibin, yek li pey yekê tê girtin.

Li Swêd îsal, heta nuha deh(10) kitêbfiroş hatine girtin û nîvê belediyên welêt bêyî kitêbfiroşekî fîzîkî ne.
Li Swêd di navbera salên 2010 û 2020 da teqrîben mehê kitêbfiroşek hatiye girtin.

Li gorî Komeleya Kitêbfiroşên Swêdê, sebebê vê pêşveçûna dramatîk yek jê bazara di netê da zêde bûye û bikirên kitêban kêb bûne. 

Zêdebûna bazara netê bûye sebebê kêbmûna bikirên kitêbên fizîkî.
Heger li Swêd rewş ev be ez bawer dikim li Kurdistanê jî bazara kitêbên kurdî kesad e, bikirên kitêban roj bi roj kêm dibin.

Dinya dijîtal, îmkanên vê teknolojîya nuh kultura xwendinê guhert. Însa êdî bi wasîteyên din dixwînin.

XXX

Merivê baş

-Merivê baş, ne kesê xerabî qet nayê bîra wî, ne merivê saf e.

Merivê baş, ji her xerabîyê hadar e, lê kesê başiyê hildibijêre.

Ji ber wê jî bira li dora te pir însan tunebin, însanên baş hebin.

Erich Fromm

Helbet ya rast ev e, lê di jiyanê da carnan meriv tercîhên şaş û xerab dike û zirareke mezin dide xwe. Heta îş neyê serê meriv, meriv baqil nabe, nabe xwedî tecrûbe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar