14 september 2025

Almanan li Rîgayê îşev pişt li tirkan şikandin


Almanyayê vê carê jî şampîyoniya Basketbolê ya Ewrûpayê Qezenc kir. Him jî kesî bawer nedikir kanibin zora tirkan bibin.

Fînala li Rîgayê îşev muhteşem bû. Almanan di çar deqeyên dawî da pişta tirikan şikandin û ew hustuxwar şandin Tirkiyê û vê carê jî bûn şampîyonê Ewrûpayê.
Di 2023´a da zêr girtin, bûn Şampîyonê Dinê.
Di deqa dawî da Alman pûanekê ketin pêş û vê pûanê qudûmê tirkan şikand û Almanya derbas nekirin.

Min bawer nedikir alman zora tirkan bibin, çimkî heta çar deqîqeyên dawî jî tirk tim li pêş bûn, alman wek tajî tim li pey wan bûn.
Dibê meriv xwar rûne rast bipeyive, bi bawerîya min tirk wek taxim ji almanan xurttir bûn û xweştir lîstin.
Lê di dawîyê da xîret hat almanan, di çar deqîqeyên dawî da di basketbolê da tarîx nivîsîn, zora taximekî ji xwe xurttir birin, ya jî pir xurt. 
Baş bû tirkan zêr negirt, heger zêr biba para wan ewê har bibûna, Almanya û Tirkiye bişewitandina.
Înşela rojekê ewê bibe qismet emê li fînala taximê Kurdistanê jî temaşe bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar