14 september 2025

Baş min nabînin, xerab ji min nagerin

Baş rastî min nayên, xerab ji min nagerin. Ez ne bi tirkî dinivîsînim, ne jî komentarên bi tirkî qebûl dikim.

18 sal e di medyaya sosyal da aktîv im, min bi tirkî ne rêzek nivîsîye, ne jî komentarên bi tirkî qebûl kiriye. Vê şêla min gelek ges, gelek nas û dost ji min sar kirin, ji min dûr xistin.

Di malpera min a X´ê da çend kes li ser parvekirinek min bi komentarên tirkî ketin gewrîya min û hev.

Min ji wan ra got, nivîsên bi tirkî rakin, guh nedan min, hinan dest bi şîretan kir. Ji mecbûrî, bi bêdilî min ew bloqe kirin.
Kurmancîya yekî baş bû, yekî têra xwe zane bû, kêfa min jê ra hat, min nexwest wî bloqe bikim, lê guh neda daxwaza min, hurmet nîşan neda, lema min ew jî bloqe kir. Navê wî nizanim çi ”Ebdul” bû, min ji bîr kir. Merivekî zane bû. Yê din jî navê wî "Serdar" bû. Navên yên din nayê bîra min.
Êdî tenê ji sedî 1,3´yê zarokên kurd bi dê û bavên xwe ra kurdî dipeyivin. Yanî kurd wek milet asîmîle bûne. Zimanê me kurdan êdî ne kurdî ye, tirkî ye. Ji bona miletekî felaketeke ji viya mezintir tune ye.
Di demeke wiha malwêran da kesên bi kurmancî zanin, dev ji tirkî bernedin, di medyaya sosyal da bi tirkî qurretiyê û şîretan li min bikin, bibêjin hurmetê nîşanî kesên bi tirkî dinivîsin bide, min dîn dikin, mecbûr dimînim wan bloqe dikim.
Xwedêgiravî zane ne, jîr in, li ser gelek meseleyan zimanê wan hirinekê dirêj e, lê li hemberî felaketa hatiye serê miletê wan hîn jî şiyar nabin, berpirsiyara xwe bi cîh naynin, hîn jî bi tirkî zimandirêjiyê dikin.
Jimara zarokên bi dê û bavên xwe ra kurdî dipeyivin daketiye ji sedî 1´ê, lê hin kesên kurmancîya wan baş e hîn jî di medyaya sosyal da bi dilrehetî, bi bêxemî bi hev ra direqînin tirkî.
Bi bawerîya min kesên wiha çiqasî zane bin jî ne baqil in, ne bi ûjdan in, bêmesûlîyet hereket dikin.
Wek dê û bavê zarokê wan li ber mirinê be, zarok nebin ser tuxtor, bi hev ra kêf û şahiyê bikin.
Zimanê me li ber mirinê ye, lê hin zanayên me fena ku kurdî ne li ber mirinê be tirkîya xwe didomînin, çend kurdên mane hogirî tirkî dikin.

Ez bi kurdî dinivîsînim,  dibê komentar jî bi kurdî bin !

XXX

Fîlozof û sîyasetmedarî romayî Seneca gotiye, ”Ax çiqasî zengîn be jî bira zengîn be heta ku neyê çandin mahsûl nade; serî jî were ne, ji serê neyên çandin masûl nayê girtin.”

Yanî ji bo ku ax berhemê bide, beyar nemîne, dibê were rakirin, lê were nêrîn. Însan jî wek axê ye, dibê ew jî bi fêrbûnê, bi zanînê perwerde bibe.

Dara te çand ji bo ku mêwe bide dibê tu av bidî, lê binêrî.

Hêzên dagirker tim xwestina kurdan nezan û cahil bihêlin. Çimkî kurd dema zana bibe, xwe, tarîxa xwe nas bike ewê serî hilde. Îdarekirina merivên nezan rehettir e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar