13 september 2025

Şiîreke min pir jê hez kir

Do di Facebookê da ez rastî vê şiîra Îbretîyê tirk hatim. Îbretî kî ye, çi kes e, sax e yan mirî ye ez nizanim, lê jî negerîyam. Min hewce nedît.
Min ji şiîrê pir hez kir, ji bo wê jî wergerand kurmancî. Navê şiîrê, ”Ne tiştekî din e”.Di Facebookê da bi vî navî hatibû parvekirin.

Şiîr li ser bawerî û felsefa jiyanê ye, paradoksa însan tê da dijî, carnan nikane ji nav derkeve, riya xwe şaş dike.

Ne tiştekî din e

Ger tu guh bidî min bidim te xeberê
Belasebeb nepê roja mahşerê
Heger tu dixwazî cinnet û horî
Ew ji himêza yarê pê va ne ciyekî din e


Destê xwe raneke hewa belasebebî
Zimanê xwe newestîne bi dua erebî
Heger tu dixwazî bîn bikî gula cinnetê
Ew ji dêma yarê pê va ne tiştekî din e

Dîwarê bêruh qible nehesibîne
Him qible, him Kabe dîdara dost e
Heger tu dixwazî vexwî ava Kewserê
Ew ji lêva yarê pê va ne tiştekî din e

Ji xoce moce ra meke minet
Heger te naskiriye însan e cinet
Tu ji min bipirsî îbadeta xalis
Ew ji hezkirinê û xizmetê pê va ne tişkî din e

Îbretî tu bi yara xwe bike kêf û ulfet
Ji wê pê va ne hewce ye ji te ra cinet
Ji dil hez bike, dostê xwe bike muhabet
Hûrî, Kewser ji vê pê va ne tiştekî din e.

Îbretî
Wergera ji tirkî: Zinarê Xamo
2025-09-12

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar