12 september 2025

Sivîl ji eskerên 45 sal berê gelkî xerabtir in

Di ser midaxela leşkerî ya 12´ê îlona 1980´î ra 45 sal derbas bû, di warê sîyasî da rewşa me kurdan ji ya 45 sal berê xerabtir e, ne baştir e.

Esker çûn sivîl hatin, lê heft xwezî bi kefendiz, sivîl ji Kenan Evren misqalekî jî ne baştir in.
Yên hatin ji yên çûn zalimtir in, hartir in. Sal bi sal xwezî bi par. Vê carê halê me xerabtir e ji her sal.

Ji bo me tim wiha bûye, kî hatiye ser hukim halê me baştir nebûye, felsefe û îdeolojiya gijan yek e, giş antî-kurd in, hedefa wan wan asîmîle bikin, mecbûrî teslîmîyetê bikin.

Hukûmetên berê bela xwe zêde di kurdên beşên Kurdistanê ên din nedidan, beşên din dagir nedikirin. Cepha Erdogan-Bahçelî li sê beşên Kurdistanê fizîkî şerê kurdan dikin.

XXX

Ez bawer nakim cepheya Erdogan-Bahçelî mafekî herî biçûk jî bidin kurdan; gunehê xwe jî nadin.

Komîsîyon-momîsîyon giş fasafîso ye, hemû manawrayên girtina Kurdistana Rojava ye.

Îspata vê, şêla wan a li hemberî Kurdistana Rojava ye. Hukûmeta bixwaze bi kurdan ra li hev were, mafê kurdan ê netewî bide, hewqasî neyartiya Kurdistana rojava nake, Efrînê, Serê Kaniyê dagir nake, nade terorîstên Daîşê.

Şêla tirkan ya li hemberî kurdên Kurdistana rojava wek kevirê mîhengê ye. Tiştê xuya ye dixwazin tevahiya Kurdistana Rojava ji kurdan bigrin, bidin terorîstên Daîşê, HTŞ´ê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar